NÛÇE

Dewleta tirk li herêma Barzanê jinekê qetil kir!

Dem : 02 Tîrmeh 2018 Duşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Komkujiyên dewleta tirk ên li başûrê Kurdistanê berdewam in. Hat zanîn ku dewleta tirk herêma girêdayî bajaroka Şêrwana Mezin a navçeya Mergeso ya Hewlêrê ku girêdayî herêma Barzanê ye, topbaran kir. Di encama topbaranê de jî jina ciwan Dînyar Reşîd Nacî hat qetilkirin

Êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Di çarçoveya êrîşan de dewleta tirk ji herêma Bradostê heta herêma Qendîl û Barzanê, li gelek deveran êrîşên dagirkeriyê dane destpêkirin. Di encama êrîşan de gelek ziyanên mirovî û madî pêk hatin. Hat zanîn ku di encama êrîşên dawî de jî jinek hate qetilkirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzêne artêşa tirk bi topên hewanê êrîşî herêma Barzan a başûrê Kurdistanê kir. Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê, hêzên artêşa tirk di 30’ê hezîranê saet derdorê 15.30’an de êrîş pêk anî. Di encama êrîşê de jî jina ciwan a bi navê Dînyar Reşîd Nacî (19) hate qetilkirin.

Cenaze rakirina nexweşxaneyê

Herêma ku hatiye topbarankirin jî girêdayî bajaroka Şêrwana Mezin a navçeya Mergeso ya Hewlêrê ye ku dikeve ber herêma Barzan. Çavkaniyên ji herêmê dan zanîn ku Dînyar Reşîd Nacî ji gundê Bawrayê ye. Welatiyên herêmê jî cenazeyê Dînyar Reşîd Nacî rakirin Tipa Edlî ya Soranê.

Sivîl tên hedefgirtin

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev du mehe ku dewleta tirk êrîşî başûrê Kurdistanê dike. Di vê çarçoveyê de jî herêmên sivîlan bi awayekî sîstematîk tên bombebaran û bombekirin. Beriya niha bombeyên mîsketan ku çekeke hatiye qedexekirin jî bikar anîbû. Di van êrîşên dewleta tirk a dagirker de herî zêde sivîl zirarê dibînin. Heta niha bi dehan sivîl ji ber topbaranê jiyana xwe ji dest dane.

Albuma Nûçeyê