NÛÇE

Dewleta tirk li Efrînê nasnameyên xwe ferz dike

Dem : 25 Îlon 2018 Sêşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta tirk ji bo mayîndekirina dagirkeriya xwe ya li Efrînê ketiye nav liv û tevgerên qirêj. Derket holê ku dewleta tirk li Efrînê nasnameyên bi zimanê tirkî û erebî ku li ser ala dewleta tirk heye, derxistine. Her wiha li Efrînê dewleta tirk demografyaya herêmê diguherîne û li şûna efrîniyan, malbatên çeteyan bi cih dike

Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ, El Qaîde, El Nusra, Ehrar El Şam û OSO’yê bi armanca dagirkirina Efrînê, di 20’ê çileya 2018’an de bi erêkirin û piştgiriya Rûsyayê êrîş da destpêkirin. Li hemberî vê hewldanê gelê Efrînê bi Berxwedana Serdemê bersiva tund da. Dewleta tirk a ku di êrîşên xwe de balafir, çekên giran û kîmyewî bi kar anîn, rê li ber karesatên mezin vekir.

Di heman demê hêzên dagirker di êrîşan de rasterast sivîl hedef girtin û tevî malan, nexweşxane û cihên dîrokî jî bombebaran kirin. Di encama êrîşan de zêdetirî 400 sivîl bi hovane hatin qetilkirin, bi hezaran sivîl birîndar kirin, bi sedan welatiyên ku ji cihên xwe neterikandin girtin, îşkence û destdirêjiya wan kirin. Di 18’ê adarê de jî ji bo parastina welatiyên sivîl, li ser biryara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê, şervanên YPG, YPJ û hêzên asayîşê xwe ji Efrînê vekêşiyan.

Demografyaya herêmê diguherînin

Dewleta tirk a ku bi hinceta ‘şerê li dijî terorê’ ketiye Efrînê, weke karê destpêkê bi destê çeteyên xwe talan û wêraniyeke mezin li navenda Efrînê kir. Ji tiştên herî biçûk heta traktor, dikan û sewalan, her tişt li Efrînê hat talankirin. Her wiha gelê Efrînê neçarî koçberiyê hat kirin û bi darê zorê gel ji Efrînê hat derxistin. Dewleta tirk a ku bi xeyala ‘Împaratoriya Osmanî’ ketibû Efrînê, weke karê duyemîn jî dest bi guherandina demografyaya herêmê kir. Di vê çarçoveyê de bi hezaran malbatên çeteyan ên ji Xuta, Hema, Idlib û deverên din ên Sûriyeyê anîn, li Efrînê bi cih kirin.

Gotin û kirin hevdû nagirin

Artêşa tirk a dagirker demek pir kurt piştî dagirkeriya xwe ya li Efrînê, bi destê çete û nokeran ‘meclis’ ava kir û Efrîn jî weke navçeyekê girêdayî Dîlokê destnîşan kir. Di heman demê de ji bo birêvebirina bajar jî alîkarê waliyê Hatayê hat peywirdarkirin. Dewleta tirk ku di qada navneteweyî de xwe weke ‘hêzeke demkî’ pênase dike, bi kiryarên xwe hewl dide ku dagirkeriya xwe ya li Efrînê mayînde bike û Efrînê ji Sûriyeyê veqetîne.

Bi zimanên erebî û tirkî ye

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), dewleta tirk li herêmên bakurê Sûriyeyê yên ku dagir kirin nasnameyên xwe li ser ferz dike. Têkildarî mijarê çavkaniyên ji herêmê agahî dan û da zanîn ku nasnameyên bi tirkî ku ala dewleta tirk li ser e, ji welatiyan re hatine derxistin. Li ser nasname zimanên erebî û tirkî hene. Welatiyan destnîşan kir ku ev nasname ji kesên ku xizmetê ji saziyên dagirkeriyê re dikin û ji sîxuran re tê derxistin.

Li ser nasnameyê ala tirkan heye

Yek ji van nasnameyan jî li navçeya Cindirês a Efrînê hat dîtin. Li ser kartê tê diyarkirin ku kart a ‘Meclisa Mahalî ya Cindirêsê’ ye. Li ser nasnameyê jî ala dewleta tirk heye. Bi taybet jî dewleta tirk malbatên çeteyan li van herêman bi cih dike û van nasnameyan ji wan re derdixîne.

Albuma Nûçeyê