NÛÇE

Desteya Rêveber a Şengalê plansaziya xwe amade kir

Dem : 10 Tebax 2018 În

Ji bo zindîkirina jiyana li Şengalê û pêşîlêvekirina vegera welatiyên êzidî ya li Şengalê, Desteya Rêveber a Şengalê civînek li dar xist. Di civînê de ji bo bîranîna komkujiyên li gundên Koço, Sîba Şêx Xidir û Til Izêrê plansazî hat amadekirin. Her wiha ji bo jinûveavakirin cihên pîroz û xebatên xizmetguzariyê jî komîte hatin avakirin

Desteya Rêveber a Şengalê bi boneya salvegera komkujiyên gundên Koço, Sîba Şêx Xidir û Til Izêr ên di 15 û 14’ê tebaxê de, bernameyeke çalakiyan amade kir. Desteyê her wiha ji bo ji nû ve avakirina cihên pîroz ên li Şengalê û cihên xizmetguzariyê jî komîteyek ava kir.

Desteya Rêveber a Şengalê civîna xwe ya asayî lidar xist. Di civîna ku nûnerên meclis û saziyan jî tev li bûn de, xebatên ku li herêmê hatine meşandin hatin nirxandin û plansaziya demên pêş hat amadekirin. Di civînê de bi boneya salvegera komkujiya gundê Koço (15 tebax) û komkujiyên li gundên Sîba Şêx Xidir û Til Izêr ên di 14’ê tebaxê, bernameya bîranîn û çalakiyan hate derxistin.

Dê gundên êzidiyan ji mayinan paqij bikin

Di çarçoveya plansaziyê de jî dê Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk serdana gundê Koço bike û daxuyaniyekê bide. Her wiha dê bang li hêzên navneteweyî bê kirin ku gundên êzidiyan ji mayinan bên paqijkirin da ku welatî bikaribin vegerin ser gundên xwe. Têkildarî mijarê jî dê li Şengalê daxuyaniyek bê dayîn.

Xebatên xizmetguzariyê

Ji bo jinûveavakirina cihên pîroz ên êzidiyan ên li Şengalê jî, komîteyek hate avakirin. Her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên xizmetguzarî yên wekî rê, ceyran û avê yên li gundê Diguherê jî komîteyek ji hêla desteyê ve hate avakirin. ŞENGAL

Albuma Nûçeyê