ÇAND Û HUNER

Deriyê Der Kubbeyê ji dîrokê re vebû

Dem : 11 Tîrmeh 2018 Çarşem

Di navbera navçeyên Kerboran û Mîdyadê yên Mêrdînê de li gundê Der Kubbeyê di binê dêrê de şopên dîrokî hatin dîtin.

Der Kubbe navekî suryanî ye û ev gundekî suryaniyan e. Ji ber polîtîkayên dewleta tirk a valakirina gundên Kurdistanê ev gund jî di sala 1995’an de hat valakirin. Piştî ku gundî bi darê zorê gundê xwe terk kirin, li gund hemû mal û dêra hezar û 500 salî wêran bûn.

Di van salên dawîn de hinek gundî vegeriyan gundê xwe. Gundî li aliyekî malên xwe çêdikin û li aliyê din jî dêra dîrokî restore kirin. Piştî ku dêr hat restorekirin, gundî diçin dêrê û taetên xwe yên olî tînin cih. Piştî demekê ji ber nemê gundiyan xwest ku dêrê çêbikin. Gundiyan axa li hewşa dêrê avêtin û di bin axê de hinek şopên dîrokî hatin dîtin. Di bin axê de depoyên avê, kule û dîwar hatin dîtin. MÊRDÎN

Albuma Nûçeyê