ÇAND Û HUNER

Dêra Hecê ya dîrokî jî wêran bû

Dem : 10 Tîrmeh 2018 Sêşem

Li gundê Hacikaşê yê navçeya Erdîşa Wanê, Dêra Hecê ku ji aliyê dewleta tirk ve hate xerakirin, ji ber lêgerîna defînegeran bi temamî ji holê rabû.

Gundê Hacikaşê berê cihekî jiyana hevpar a kurd û ermeniyan bûye. Ev cih sê caran ji aliyê dewleta tirk ve hatiye şewitandin û valakirin. Dewleta tirk di sala 1930’yî de di dema Komkujiya Geliyê Zîlan de beşeke mezin a gundiyên Hacikaşê kuştin, ên mayî jî sirgûn kirin. Gund piştî Komkujiya Zîlanê bi temamî hate valakirin. Di komkujiyê de her wiha bermayî û berhemên gelên kurd û ermenan jî hatin hilweşandin. Yek ji van avahiyan jî Dêra Ermeniyan a dîrokî Dêra Hecê bû.

Dêra Hecê ku ji aliyê dewleta tirk ve hate xerakirin, ji ber lêgerîna defînegeran bi temamî ji holê rabû. Li cihê Dêra Hecê niha tenê çend kevir û hîmê wê mane. Ev dêr weke navendeke hecê ya ermeniyên li herêmê bû. Lê nayê zanîn bê kengî û ji aliyê kê ve hate çêkirin.

Cihekî pîroz e

Gundiyên Hacikaşê dibêjin: “Berê ermenî ji bo bibin hecî dihatin Hacikaşê. Ermeniyênku dihatin vê derê dibûn hecî. Wê wextê navê gund Kaş bû. Ermeniyên ku dihatin vê derê, piştî ku serdana dêrê dikirin dibûn hecî. Ji ber vê yekê jî navê Hacikaş li gund ma. Ev berhema dîrokî bi demê re tune bû.” Li gorî hinek gundiyan, ev avahiya dîrokî mabeteke 3 hezar salî ye ku ji dema Ûrartûyan maye. WAN

Albuma Nûçeyê