JIN

Der barê tundiya li ser jinan semîner hat dayîn

Dem : 09 Sermawez 2018 În

Bi pêşengiya Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Qamişloyê û alîkariya Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan, semînereke xweser li navçeya Tirbespiyê hate dayîn.

Di semînerê de rêveberiya Rêxistina Sara Mûna Ebduselam axivî û diyar kir ku beriya şoreşa Rojava rewşa jinan xerab bûye lê piştî şoreşê jinan xwe nas kiriye. Ebduselam bal kişand ser asta zanebûna jinan û got ku jinên ku perwerdeyê bibînin bêhtir dikarin li dijî şîdetê têbikoşin.

Her wiha mamosteyên ku tev li semînerê bûn gotin ku zewaca di temenê biçûk de jî tundî ye û ji dayikan xwestin ku keçên xwe di temenê biçûk de nezewicînin û rêya rast nîşanî wan bidin. QAMIŞLO

Albuma Nûçeyê