NÛÇE

Der barê rojnameger Keleş de biryara girtinê

Dem : 05 Pûşper 2018 Sêşem

Çaremîn danişîna nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Medya Dîcle (dîhaber) a ku bi KHK’ê hat girtin Selman Keleş û rojnameger Arîf Aslan ên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 8 mehan di girtîgeha Wanê de man û di 21’ê mijdara 2017’an de hatibûn berdan, hat dîtin. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Wanê hat dîtin. Aslan û parêzer di danişînê de amade bûn.

 Piştî tesbîta nasnameyan Aslan parastina xwe kir, hemû sûc û îdiayên li ser xwe red kirin. Aslan xwest şertê kontrola edlî ya ku ji bo wî hatibû dayîn, bê rakirin. Dadgehê daxwazên Aslan red kirin.

Şandeya dadgehê ji ber dozeke li navçeya Xinûs a Erziromê ya der barê rojnameger Keleş de hatiye vekirin, cardin biryara girtinê da û danişîn taloqî 15’ê mijdara 2018’an kir. WAN

Albuma Nûçeyê