NÛÇE

Der barê girtiyên ku ketine grevê lêpirsîn hat destpêkirin

Dem : 06 Berfanbar 2018 Pêncşem

Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê der barê girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger, lêpirsîn da destpêkirin. Girtiyan bi rêya malbatên xwe ragihand ku ger tecrîd bi dawî nebe, dê çalakî li hemû girtîgehan belav bibe

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di roja 29’emîn de berdewam dike. Bi heman daxwazê li girtîgehên bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî gelek girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’î di 27’ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribû.

Yek ji girtîgehên ku girtiyan lê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû jî, Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê ye. Hat zanîn ku li Girtîgeha Duzceyê 10 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Têkildarî mijarê girtî bi rêya telefonê xwe gihand malbatên xwe. Malbatan da zanîn ku girtiyan destnîşan kiriye ku rêveberiya girtîgehê der barê 10 girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê kirine de lêpirsîn daye destpêkirin.

Ger ku tecrîd ranabe dê çalakî mezin bibe

Di berdewamê de jî malbatan daxuyand ku girtiyan gotiye heke tecrîda li Îmraliyê ranebe dê li hemû girtîgehan hemû girtî dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin. AMED

Albuma Nûçeyê