ÇAND Û HUNER

Dengên di tarîtiyê de ji nû ve zindî kir

Dem : 11 Kewçer 2018 Pêncşem

Sadiye ESER / STENBOL – MA

Nivîskar û helbestkar Selîm Temo behsa wêjevanê navdar Mehmet Uzun kir û wiha got: “Dengên ber bi tarîtiya dîrokê ve çûbûn ji nû ve zindî kirin. Rewşenbîrên kurd ên bi hesreta welat li sirgûnan bi tena serê xwe dimirin hilgirtin anîn nav me.”

Bi ser wefata nivîskarê navdar ê wêjeya kurdî Mehmet Uzun de 11 sal derbas bûn. Nîvê jiyana xwe ji ber serdemên siyasî li sirgûnan derbas kir. Uzun di 10’ê cotmeha 2007’an de jiyana xwe ji dest da.

Mehmet Uzun gelek pirtûkên bi zimanê dayika xwe nivîsandin û wisa xatir xwest. Uzun di 1953’an li navçeya Siwêrega Rihayê tê dinê û bi vegotina çîrokên malbata xwe mezin dibe. Tûrikê xwe bi çîrokan tije dike û vê yekê ji wêjeyê re dike bingeh.

Wêjeya kurdî geş kir

Piştî darbeya 12’ê Adarê tê girtin û di Girtîgeha Eskerî ya Amedê de dimîne. Li girtîgehê bi alîkariya rewşenbîrê kurd Mûsa Anter û kurapê xwe Ferît Uzun bi zimanê dayika xwe nîvîsandinê fêr bû. Uzun piştî girtîgehê li Dibistana Mamosteyan a Teknîkê ya Enqereyê perwerdehiya xwe dewam kir û bi hevalên xwe re ji Weşanxaneya Komal kovara bi navê Rizgarî ya kurdî û tirkî derxistin û gerînendetiya giştî ya kovarê kir. Ji ber nivîsê xwe hat darizandin û piştî ku 8 mehan girtî ma rêwîtiya wî ya sirgûnê dest pê kir. Ji ber zextan neçar ma sirgûnî Swêdê bibe. Piştî li Swêdê bi cih bû dest bi xebatên xwe yên nivîskariyê kir û di kovaran de dest bi nivîsandinê kir.

Romanên mîna “Tû”, “Mirina Kalekî Rind”, “Siya Evînê”, “Bîra Qederê” û gellek romanên mîna van bi kurdî nivîsandin. Di berhemên xwe de behsa zext, şer, sirgûn û li dijî van berxwedana gelê kurd dike. Uzun li gel xebatên xwe yên nivîskariyê xebatên rêxistinkirina nivîskaran jî dike. Di nav xebatên Yekîtiya Rojnamegerên Swêdê û Cîhanê, Klûba PEN’ê ya Navneteweyî û Swêdê û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê de cih digire. Di xebatên avakirina destpêkê yên PEN’a Kurd de jî cih digire. Uzun di 2001’an de şayanî Xelata Azadiya Raman û Îfadeyê ya ku ji aliyê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê tê dayîn hat dîtin.

Romana xwe xelas nekir

 Di 2006’an de nexweşîya penceşêrê lê peyda dibe û piştî demek li Nexweşxaneya Enstîtuya Karolînska Stockholmê tedawî bû vegeriya Amedê. Uzun wexta vegeriya Amedê digot: “Ez ne ji bo mirinê hatime vir, ji bo ez bijîm hatime vir.” Di dema nexweşîna xwe ya giran de dest bi nivîsandina romanekê kir, lê beriya ku berhema xwe ya dawî xelas bike çavê xwe girt û xatir ji milyonan hezkiriyê xwe xwest.

Qeyûm navê wî daxist

 Qeyûmê ku tayînî şaredariya Yenîşehîra Amedê hat kirin navê Uzun yê li parkekê hatibû kirin rakir.

Nivîskar û helbestkarê kurd Selîm Temo behsa Mehmet Uzun û wêjeya wî kir. Temo diyar kir ku Uzun nivîskarek li dema derbasbûyî û siberoja xwe dînihêrî bû û got: “Dengên ber bi tarîtiya dîrokê ve çûbûn ji nû ve zindî kir. Rewşênbîrên kurd ên bi hesreta welat li sirgûnan bi tena serê xwe dimirin hilgirt anî nav me. Bi vî awayî hem ji bo xwe û hem jî ji bo nifşên pişt xwe kevneşopiyek afirand. Her romanek wî bi serê xwe qedirbilind e. Em dikarin bêjin ku Mehmet Uzun nivîskarek ‘wêjeyek bijare ava kir’ bû. Hemû tiştên herêmî û neteweyî bi mercekek hemdemî dît û dianî ziman. Qedera hemû rewşenbêrên li sirgûnê parve kir. Di dema ku herî zêde wê ji bo me bi xêr û ber bûya ji nav me bar kir.”

 Wêjeya cîhanê baş nas dikir

Temo destnîşan kir ku bi Uzun re diyalogên kurt, zêde û biratî pê re daniye û wiha axivî: “Ji rexneyan re pir vekirî bû. Ji dil ve gelek hestewar bû. Carna dema behsa ‘mirina’ qehremaniya romanê dikir digiriya. Her wiha wêjeya cîhanê jî baş nas dikir. Mesela ew dê Erich Auerbach binivîsanda. Herî dawî me di 24’ê tebaxa 2007’an de hev dît.”

‘Roja ku mir dilê min mir’

Temo herî dawî wiha got: “Kekê Mihemed, çarenûsa ku mêtingera li kutika me nivîsand guherand. Berxwedanek zimanî, neteweyî û çandî tîp bi tîp, peyv bi peyv û hevok bi hevok honand. Roja ku mir jî min gotibû ‘dilê me mir’. Heman tişt hêj ji bo min derbasdar e. Ez li gorî xwe xwedî li mîrasa wî derdikevim. Çimkî hemû nivîskar ên li pey mîrasa wî ne.”

Albuma Nûçeyê