POLÎTÎKA

Dengek jî dengek e, xwedî lê derkeve

Dem : 09 Pûşper 2018 Şemî

Xebatên hilbijatinê yên HDP’ê li her derê bi şev û roj bê navber didome. Namzedên HDP’ê li her derê ku bi gel re tên gel hev, bal dikişînin ser ewlehiya sindoqan û banga xwedî derketina dengan dikin. Her wiha namzedan li her derê bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin

Xebatên hilbijartinê ya HDP’ê bê navber didomin. Di çarçoveya van xebatan de Tevgera Jinên Azad (TJA) bi beşdariya namzetên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun, Dersim Dag û Semra Guzel li navçeyên Sûr, Yenîşehîr û Peyasê  sofreya ser rûyê erdê li dar xistin. Gelek jinên taxan tevli bûn. Piştî fitarê jinan stran gotin û govend gerandin û pişt re jî mal bi mal geriyan û belavokên HDP’ê belav kirin.

Namzetê HDP’ê yê Amedê Abdurrahîm Durmuş jî bi rêveberên partiya xwe re çû navçeya Pasûra Amedê û serdana gundan kir. Durmuş  belavokan da welatiyan û behsa HDP’ê kir.

HDP’a Bismilê bi beşdarbûna namzet Îmam Taşçier û Musa Farisogullari xwarinê fitarê da. Di bernameya xwarina fitarê de destpêkê Îmam Taşçier axivî û behsa polîtîkayên AKP’ê yên bihakirina ji mazotê bigire heta zexîreyan kir û got ku êdî dema rawestandina polîtîkayê AKP’ê hatiye.

Derd û kulê AKP tenê gelê kurd e

 Musa Farisogullari jî ev tişt vegot: “Biryara gel ji bo 24’ê hezîranê zelal e. Li aliyekî şer li ser kurdan kûr kir û li aliyêkî jî tecrîda giran danî ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Gelê me dixwaze ku demildest tecrîd bê rakirin. Êdî dema azadiya Ocalan hatiye. Em ê ji bo vê biryardariya gelê xwe têkoşîna xwe dewam bikin.”

Namzet Ferda Fahrîoglu Akin jî li navçeya Erxeniyê buroya hilbijartinê vekir û civîna gel li dar xist û xîtabî welatiya kir û da zanîn ku derd û kulê AKP’ê ne HDP û PKK ye gelê kurd e û ew ê jî li dijî vê di 24’ê Hezîranê de mohrê li yekîtiya xwe bixin.

Namzetên HDP’ê yên Sêrtê jî çûn gundên ku di salên 90’an de hilweşandin û şewitandin û welatiyan ziyaret kirin.

HDP’ê ya navçeya Dara Hênê ya Çewligê bernameya xwarina fitarê li dar xist. Namzetên HDP’ê yên Çewlikê Erdal Aydemîr, Nîhat Aksoy û Şefîka Dogan û gelek kes beşdar bûn. Namzetan axaftin kir û destnîşan kirin ku hilbijartina 24’ê Hezîranê ji bo her kesî mîladek nû ye û xwestin gelê Çewligê di vê çarçoveyê de berpirsyariyê bigire ser milê xwe.

Mifteya azadiyê Ocalan e

Meclisa Jinan a HDP’ê ya Bedlîsê jî gundê Boluh ê bi ser navçeya Tetwanê ve ziyaret kir. Berdevka TJA’yê Ayla Akat Ata jî bi jinan re çû gund. Gundiyan eleqeyek mezin nîşanî jinan da û jin derî bi derî geriyan û belavokên HDP’ê belav kirin. Ata li wir axivî û diyar kir ku ew silavên jinên girtî yên li Girtîgeha Sîncanê girtîne aniye û wiha got: “Çawa gel li derve li ber xwe dide, li zîndanan jî berxwedan heye û girtî li ber xwe didin. Li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan tecrîd heye. Heta mîmarê çareseriyê Ocalan azad nebe em jî azad nabin. Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye. Dem dema azadiyê ye. Dem dema komara demokratîk e. Ev hilbijartin fersendek dîrokî ye. Em di hilbijartina 7’ê hezîranê de bi ser ketin, dê di vê hilbijartinê de jî bi ser bikevin.”   AMED

 

Albuma Nûçeyê