POLÎTÎKA

Dengdanê bi zext û zordariya AKP'ê dest pê kir

Dem : 09 Pûşper 2018 Şemî

Ji bo hilbijartinên 24'ê hezîranê yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li Almanya, Awûstûrya û Fransayê dengdanê dest pê kir. Hilbijêrên li Almanyayê li 13 bajaran dengê xwe didin. Koln yek ji cihên herî girîng ên dengdanê ye. Der barê dengdayîna li Kolnê wezîfedarên HDP û CHP’ê gotin ku ji roja destpêkê ve AKP’iyan dest bi zext û zordariyê kirine.

Yek ji muşahîdên HDP'ê Huseyîn Bîlgelî anî ziman ku wezîfedarên AKP'ê wêneyê serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan nîşanî dengdêran didin û zextê li wan dikin ku dengê xwe bidin wî û wiha got: “Muşahîd û wezîfedarên AKP'ê wêneyê Erdogan û logoya AKP'ê nîşan didin û zextê li dengdêran dikin. Piştî ku hêzên din dest li vê rewşê berdan, nema ev yek kirin. Hemû wezîfedarên AKP'yî qure û agresîf in. Ev yek jî bandorê li dengdanê dike. Li Tirkiyeyê ji xwe zext heye. Ew zext bandorê li vir jî dike.” KOLN 

 

 

Albuma Nûçeyê