POLÎTÎKA

Demîrtaş mîtîng pêk anî: Em ê teqez biserkevin

Dem : 06 Pûşper 2018 Çarşem

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê û namzedê serokkomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, yekem car bi mîtîngê bang li hilbijêrên xwe kir. Demîrtaş bi telefonê bi malbat û xizmên xwe yên nêzîk re axivî û bang li hilbijêrên xwe kir. Di mîtîngê de Demîrtaş bang li hilbijêran kir û wiha got: “Demîrtaş ne yê ku li Edîrneyê dîl e, Demîrtaş hûn in.”

Selahattîn Demîratş ji roja 4'ê mijdara 2016’an ku hatibû girtin heta niha cara yekemîn e ku bi rêya telefonê ya asayî ya bi malbat û xizmên xwe re bang li hilbijêran kir. Bi vê yekê re jî cara yekeme ku namzetekî serokkomariyê bi rêya telefonê di girtîgehê de bi hilbijêrên xwe re mîtîngê pêk tîne.

Axaftina Demîrtaş a di mîtingê de wiha bû:

“Beriya her tiştî ji dil û can silavên xwe li her kesên ku dengê min dibihîzin dikim.

20 meh in bi rengekî ne qanûnî û li derveyî hiqûqê, weke dîlgirtiyekî siyasî li vir têm hiştin. Heta niha ne ez ne jî hevalên min, bi awayekî adilane nehatine darizandin. Zextên siyasî li hemû dadgehan hatin kirin û pîvana serweriya hiqûqê vekirî hate binpêkirin. Tevî ku girtî me, rayedarên hikumetê her roj li televîzyonan, li rojnameyan îftirayan li min dikin. Di vê rewşê de ku nikarim mafê xwe yê bersivdayînê jî bi kar bînim, bi dek û dolabên siyasî hewl didin min nebaş nîşan bidin. Lê belê haya we hemûyan ji rastiyan heye. Ez bi vê zanim û dibînim. Rewşa min tenê mînakek e. Îro temamiya welat, tevahiya welatiyên me bûne mexdûrên bêedaletiyê. Bêedaletî ne tenê li qesrên edaletê rû didin. Li nexweşxaneyan, li zanîngehan, li nava zeviyan, li febrîqeyan, li daîreyên dewletê û li kolanan her roj li her derê her kes dibin mexdûr û bê edaletî li wan tê kirin.

Mixabin Tirkiye bi temamî bûye girtîgeheke nîv vekirî. Bi vê yekê re dixwazin tirsê bixin dilê her kesî, bixin dilê tevahiya civakê. Halbûkî karê dewletê ne tirsandina welatiyan e, karê dewletê xizmet e. Lê belê pêkanînên antîdemokratîk ên salên ku dawî rû dan, civaka Tirkiyeyê kiriye gelê herî bêkêf û reşbîn. Welatê me di nav xwe de hate parçekirin û li derve jî bi tenê û bê qîmet hate hiştin.

Em rêveberiyeke wiha ya nebaş heq nakin. Weke welatiyên li ser erdê herî bedew û dewlemend ê cîhanê, ne heq e ku em bêhêvî û xizan bin. Ev yek ne çarenûsa me ye, em ne neçar û mehkûmê vê ne. Em dikarin dest bidin hev û bi hev re Tirkiyeya demokratîk a pêşerojê, jiyana nû, jiyaneke bi kêf û xweşî, jiyaneke azad ava bikin. Xwişk û birayên min ên hêja, dem ne ew dem e ku em bêhêvî bin û bitirsin. Bi lihevkirin, piştevanî û yekitiyê em dikarin hemû pirsgirêkên welatê xwe çareser bikin. Bêyî ku welatiyeke/î xwe mîna dijmin bibîne û xwe jê vegire, em dikarin bi hev re ji dil bibin welatekî mezin ê xwişk û biratiyê. Em ê mirovên xwe li gorî partî, nasname, mezheb û zayendan ji hev veneqetînin. Em ê serweriya hiqûqê û demokrasiyê li ser dewletê ferz bikin. Ger dewlet dewleta me hemûyan be, welat welatê me hemûyan be, wê demê erk û wezîfeya me ye ku em ji bo her kesî rêveberiyeke adilane û wekhev ava bikin. Ji bo kes xwe weke zarokên ji jinbavê nebînin, ji bo kes rastî neheqiyan neyên, em ê polîtîkayeke nû ya ku 81 milyonî dihewîne, bixin meriyetê.

Em ê ji erd, derya, dîrok û mîrateya xwe ya çandî bi xurtî sûdê werbigirin. Em ê giraniyê nedin ser beton û înşaetên nehêja. Em ê li ser axê, ked, hilberîn û zanistiyê rawestin û teqez em ê xizaniyê biqedînin. Li welatekî dewlemend ê mîna Tirkiyeyê, mirov neçar hatine hiştin ku bi rengekî xizan bijîn. Ev yek şerma rêveberên vî welatî ye. Em ê welatê xwe ji vê şermê rizgar bikin.

Em niha hîn bêhtir bi hêvî, bi kelecan, bi coş xwe ji hilbijartinê re amade dikin. Ez li vir di nava çar dîwaran de me. Lê dizanim ku niha bi hezaran Demîrtaş li nav zeviyan, li karê çapê, li zeviyên findiqan e. Demîrtaş niha li madenan e, li kargehan e, li dersê ye, li anfîyê ye, li qadan e. Li înşaetê ye, li berxwedana grevê ye. Ji kar hatiye avêtin. Bêkar e, xizan e. Ciwan, e jin e, zarok e. Tirk e, kurd e, çerkes e, pomas e, boşnak e. Elewî ye, sûnî ye lê beriya her tiştî bi hêvî ye û bi coş e. Govendê digerîne, di horonê de ye.

Demîrtaş li hucreya Edîrneyê nîn e, Demîrtaş hûn in. Ji xwe bawer bin. Serbilind bin. Deng bidin xwe. Bêjin; dengek ji bo HDP'ê, dengek ji bo Demîrtaş.

Ji bîr nekin, dengekî bi tenê dikare gelek tiştan biguherîne. Tu dikarî vê bikî, xwişk û birayên min ên delal. Ji bo rojên xweş û geş, dem dema guhertinê ye. Em bi hev re bikin, em bi hev re bi ser bikevin. Ji dil û can we hemûyan silav dikim. Em ê teqez bi ser bikevin û rojên azad bibînin. Di xêr û xweşiyê de bimînin." AMED

Albuma Nûçeyê