POLÎTÎKA

Demîrtaş îdiayên Erdogan derewandin

Dem : 11 Pûşper 2018 Duşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş li ser hesabê xwe ya Twitterê bersiva îdiayên serokê AKP’ê Erdogan ên der barê bûyerên 6-7-8’ê Cotmehê da. Demîrtaş da zanîn ku tevî ku wan ji bo lêkolînkirina bûyerên 6-7-8’ê Cotmehê 12 caran pêşnûmepirs biriye meclisê jî ji hêla AKP’ê ve hatine redkirin. Demîrtaş bang li Erdogan kir û got ku ger fermana wî ya ji bo kuştina 53 mirovan parve bike, dê ji namzetiyê vekişe.

Demîrtaş bi rêya parêzerên xwe di hesabê xwe ya Twitterê de bi sernavê “Derewên Erdogan ên li ser Kobanê” peyam parve kirin. Peyamên Demîrtaş têkildarî mijarê  ev in:

1- Ji kerema xwe bi baldarî bixwînin û bibînin ka li hemberî me zîhniyeteke çawa heye.

2- Dema destpêkirina provokasyon û şîdeta di xwepêşandanên Kobanê de, 5-6'ê cotmehê nîn e. Piştî ku Erdogan di 7’ê cotmehê de got; ‘Kobanê li ber ketinê ye’ şîdetê dest pê kir û gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan.

3- Der barê min û rêveberiya HDP'ê de ji ber bûyerên Kobanê tenê dozek jî nehatiye vekirin.

4- Hejmara mirovên di bûyerên Kobanê de hatine kuştin 53 nîn e, hejmar 43 ye. 6 jê ji HUDAPAR'ê ne, 2 wezîfedarên ewlekariyê ne ku bi sûîqestê hatine kuştin, 2 jê penaberên ji Sûriyeyê ne, 33 kes jî HDP'yî ne. Ji bilî 6 endamên HUDAPAR'ê, li ser kuştina mirovên din doz û lêpirsîneke xurt nehatiye vekirin.

5- Bûyerên Kobanê, berevajî îdiayên Erdogan ku  dibêje piştî hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an qewimîne, 8 meh berê ango di 7'ê cotmeha 2014'an de qewimîn.

6- Pênc meh piştî bûyerên Kobanê jî hevdîtinên di navbera me û Erdogan-AKP’ê yên ji bo pêvajoya çareseriyê berdewam kirin. Yanî Erdogan ku îro me weke 'terorîst' nîşan dide lê 5 mehan piştî bûyeran jî bi me re hevdîtin berdewam kirin.

7- Ji bo aşkerakirina provokator û hêzên ku rê li ber bûyerên Kobanê vekirin, me 12 caran pêşnûmepirs û ya lêkolînê dan meclisê lê her carê jî bi dengên AKP’ê hatin redkirin.

8- Yasîn Boru û kesên din ên hatine kuştin ne xema Erdogan in. Xwe ji bikaranîna vê mijarê weke amûrekê îstîsmarê qet neda paş û di demên hilbijartinê de xistiye rojevê.

9- Mîna Yasîn Boru, li Dîlok û li Îzmîrê welatiyên me yên bi navê Ekrem Karaçoglû û Mûsa Bayram bi lînçkirinê hatin kuştin. Lê kiryarên wan nehatin dîtin. Erdogan navê van kesan jî nizane. Ji ber ku ev mirov HDP'yî ne.

10- Ya ku di esasê xwe de Erdogan di êşîne bi hovane qetilkirina hemwelatiyên me nîne. Ya ku Erdogan pir diêşîne, têkçûna DAIŞ'ê ya li Kobanê ye.

11- Efkan Ala bi xwe aşkera kir ku di bûyerên Kobanê de hin waliyan û wezîfedarên ewlekariyê guh nedane fermanên hikûmetê. Ji xwe ew kes piştî 15'ê Tîrmehê bi sûcbariya darbekariyê hatin girtin. Lê belê der barê wan de ji ber bûyerên Kobanê lêpirsîn nehatiye vekirin.

12- Mîna Komkujiya Roboskî, mîna kuştina Berkîn, Ceylan û Ûgûr, berpirsyarê siyasî yê bûyerên Kobanê jî Erdogan bi xwe ye. Ji bo vê berpirsyariya xwe binixumîne, bi rengekî namerdî derewan dike, îftirayan dike û min sûcdar nîşan dide.

13-  “Dê lêxin lawo,

Lêxin,

Ez bi hêsanî nayêm kuştin.  

Di kuçikê min de tîna agirê vemirî

Çend gotinên min hene ji kesên fahman re.”

14- Ger tu bi xwe bawer î, yan were girtîgehê em li ser vê mijarê nîqaş bikin, an jî ez derkevim û li qadan bersivê bidim te. Lê bersiva herî zelal ji xwe dê di 24'e Hezîranê de gel li ser sindoqan bide te.

15- Birêz Mûharrem Înce piştî ku li girtîgehê hat serdana min, Erdogan jî ziyaret kir. Ne di hevdîtina Înce-Erdogan de, ne jî du hefte piştî vê hevdîtinê Erdogan ez û birêz Înce sûcdar nekiribû.

16- Piştî ku anketên destpêkê gihîştin ber destê Erdogan, dest bi sûcdarkirina min kir. Yanî xema Erdogan dîsa ne ji bo Yasîn Boru ye, ji ber encamên anketê ye.

17- Ey Erdogan! Ez firsenda herî mezin a dîroka siyasî didim te. Ger tu li binê vê Twita min îdiaya xwe ya ku qaşo fermana min a ‘kuştina 53 kesan’ binivîsî, ez sozê didim ku dê bê şert û şûrût ji namzetiya serokkomariyê vekişim.

18- Belkî fermana ku ev çar sal in dozgerên te lê digerin û nabînin, tu bibînî. Ger tu heta 24'ê Hezîranê nebînî, ji xwe wê demê dê gel belgeya çûna te bide destê te. Tu êdî dikarî wê belgeyê weke dîplomayê jî bi kar bînî.”

Albuma Nûçeyê