NÛÇE

Dema şerê îradeyê ye - Salîh Cûma Pîr nivîsand

Dem : 11 Kewçer 2018 Pêncşem

Salîh Cûma Pîr

Tayyîp Erdogan got, heger ew kesên ku behsa azadiya kurdan, demokrasiyê, çand û hebûna kurdan dikin, bibin şaredar, em ê wan qebûl nekin û bi qeyûman dewam bikin; ev gotara wî tunehesibandina îradeya kurdan e. Ev dijminatiyeke aşkera ya li dijî kurdan e. Tunehesibandina îradeya siyasî ya kurdan, tunehesibandina kurdan e. Êdî Tayyîp Erdogan aşkera îfade dike ku kurdan tune dihesibîne. Jixwe, mirov nikare ji kesekî ku dema bû desthilat got, ‘Tu lê nefikirî, pirsgirêka kurd jî wê nebe’ hêviya tiştekî din bike.

Ev gotara Tayyîp Erdogan parçeyekî şer e ku 24´ê tîrmehê hat gurkirin. Ev gotar bi xwe jî şerek e. Vî şerî dikin da ku îradeya siyasî ya kurdan bişikînin û ji holê rakin. Lewma jî gefxwarina ji bo hilbijartinên xwecihî jî weke parçeyekî vî şerî hatiye îfadekirin. Êdî li Tirkiye û Kurdistanê her gotara desthilatdariya AKP-MHP´ê, her kiryara wê divê mirov eleqedarî şikandina îradeya gelê kurd binirxîne. Heta ku mirov bi vî rengî lê serwext nebe, mirov nikare têkoşîneke bi bi bandor bike.

Di vî şerî de ji bilî êrîşên fizîkî, girtin û zextên wekî van, şerê psîkolojîk jî bi zêdeyî tê bikaranîn. Beşa mezin a şerê li dijî gelê kurd, şerê psîkolojîk e. Perwerde beşeke girîng a şerê psîkolojîk ê li dijî kurdan e. Çapemenî bi temamî ji bo ku îradeya kurdan bê şikandin û wan bê nasname bihêlin tê bikaranîn. Propaganda û ajîtasyona partiyên siyasî bi temamî ji bo şikandin û tunehesibandina îradeya kurdan e. Nexasim jî ji wê roja ku got ‘Va ye Kobanê ket’ û vir ve, tevahiya axaftinên Tayyîp Erdogan şerê psîkolojîk in ji bo şikandina îradeya kurdan. Lewma jî heta ku mirov hemberî Tayyîp Erdogan û amûrên propagandayê yên ku hedefa wan qirkirina kurdan e, xurt nebe, xwe li wan kerr neke, ne hêsan e ku mirov gelê kurd bike xwedî îrade û ji bo azadiyê têbikoşe. Girîng e ku mirov bizanibe her axaftina Tayyîp Erdogan bi armanca şikandina îradeya siyasî ya kurdan e û li gorî vê bibe xwedî helwesteke bi îrade.

Şerê li dijî kurdan, şerê şikandina îradeyê ye. Kurd jî li hemberî vê ji bo ku bibin îrade li ber xwe didin. Ango erkeke sereke ya hêzên siyasî yên kurd û gelê kurd e ku şerê psîkolojîk yê Tayyîp Erdogan pûç bike. Erka yekem a têkoşînê pûçkirina şerê psîkolojîk e. Heta ku ev şer neyê pûçkirin mirov nikare di têkoşîna siyasî de serkeftî be. Şerê psîkolojîk ê Tayyîp Erdogan nîşan dide ka gelê kurd û hêzên wî yên siyasî têkoşîneke çawa bikin. Heger Tayyîp Erdogan rêveberiyên herêmî evqasî girîng dibîne û hewl dide pêşiyê li kurdan bigire da ku neçin ser sindoqan. Hingê kurd divê di hilbijartinên herêmî de bi rêjeya herî zêde de biçin ser sindoqan û ev şerê psîkolojîk bişikînin. Axaftina Tayyîp Erdogan a ku digot, ew ê qeyûm tayîn bike, êdî kiriye ku hilbijartin ji bo demokratên welatparêz û kurdan bibe meseleyeke namûsê. Ya rastî ew ê bibe bersiva herî baş ji bo hemû zextên heta niha kiriye jî. Bi vî aliyê xwe jî axaftina Tayyîp Erdogan baş bûye. Ev axaftin wê kîna kurdan mezin bike û îradeya xwe ya siyasî deynin holê.

Axaftina Tayyîp Erdogan îfadeya bi binketina li hemberî kurdan e. Tayyîp Erdogan hewl dide ku binketina xwe ya îdeolojîk û siyasî bi zext, şîdet, girtin û şerê psîkolojîk telafî bike. Lê belê heger gefxwarin êdî gihîştibe vê qonaxê, hingê zehmet e ku zîhniyet û siyaset bi ser bikeve. Di dîroka Tirkiyeyê de tu siyasetvanî û rêveberê dewletê gefeke wiha nexwariye. Ev gefxwarin nîşana lawaziyê ye. Lê belê, ev jî rastiyek e ku desthilatdariyên lawaz her tim zorê û zilmê bi kar tînin. Lewma girîng e ku li dijî van êrîşan mirov karibe berxwedanê bi pêş bixe. Nexwe ev desthilatdariya lawaz wiha ji ber xwe ve nikare bi bin nakeve.

Dema ku mirov bala xwe bidiyê, piştî gotina “em ê qeyûm tayîn bikin”, girtin zêde bûn. Ji ber ku dizane ku tenê bi gefxwarinê nikare di hilbijartinên herêmî de bi ser bikeve. Di şikandina îradeya siyasî de girtin tim weke rêbazekê tê bikaranîn. Ji ber vê yekê, li dijî kurdan ev rêbaz, di wê astê de ye ku li tu devera din a dinyayê nebe, tê pêk anîn. Lewma têkoşîna li dijî van girtinan girîng e. Her girtin divê bibe hinceteke têkoşînê. Lê belê ha li ser vê mijarê, qelsiyeke vînê, zeafek heye. Nexasim jî wezîfeya hêzên siyasî ye ku vê qelsiyê ji holê rakin. Heger rexne wê li hêzên siyasî yên kurd û hêzên demokrasiyê bê girtin, divê mirov li ser vê mijarê rexneyê li wan bigire. Yan na sedema hebûna wan bi xwe wê bêwate be.

Êdî zelal bûye ka desthilatdariya AKP´ê çi ye. Çapemeniya nêzî desthilatdariya AKP´ê yek nûçeya bi tenê jî li ser Komkujiya Gara Enqereyê çênekir, ev jî radixe ber çavan ka hevkarên sûc ên ev sûcê komkujiyê kî ne. Helwesta li hemberî Komkujiya Gara Enqereyê ya 10´ê Cotmehê delîlek e ji bo wê yekê ku ev desthilatdarî wê her tiştî bike ji bo ku li ser pêyan bimîne. Zîhniyeta ku hilbijartinan qebûl neke jî, helwesta li hemberî vê komkujiyê jî xwedanader a heman armanca siyasî ye. Ji ber vê yekê, heger xweamadekirina ji hilbijartinên herêmî re bi têkoşînê re di zik hev de be, watedar e. Bêguman ev têkoşîn hevparbûna kurdan û hêzên demokrasiyê ferz dike. Heger bi vê bîreweriyê mirov rêyê deyne ber xwe, hingê pêvajoya hilbijartinên herêmî bibe destpêka dawiya desthilatdariya AKP´ê.

Albuma Nûçeyê