POLÎTÎKA

Dema lînckirinê Fakibaba tevî walî lê temaşe kir

Dem : 16 Pûşper 2018 Şemî

Şahidên kuştina bav Esvet Şenyaşar û kurên wî Adîl û Celal Şenyaşar ên ji aliyê zilamên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin, axivîn. Şahidan wiha got: "Bav li nexweşxaneyê bi tûpê oksîjenê, kur Celal bi şûşa serûmê qirika wî jêkirin û kur Adîl jî çek xistin serê wî û kuştin. Dema bûyerê wezîrê AKP’î Eşref Fakibaba, walî û qeymeqam jî li hewşa nexweşxaneyê bûn." 

Zilamên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14'ê hezîranê de girtin ser dikana esnaf Esvet Şenyaşar û kurên wî kuştin. Şahidên bûyerê têkildarî bûyerê axivîn û tişta dîtine parve kirin.

Di 12'ê hezîrana 2018'an de wekilê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz û zilamên xwe dikana Esvet Şenyaşar û kurê wî ziyaret kirin û xwestin dengan bidin wan. Lê Evset Şenyaşar bertek nîşanî wan da û got: "Dengê em bidin we tune ye." û niqaş derket. Lê niqaş bê şer bi dawî bû. Di 14'ê hezîrana 2018'an roja pencşemê de Wekîlê AKP'ê Yildiz, li gel xizmên xwe dîsa çû dikana Şenyaşar. Piştre dîsa niqaş derket û çek bikar anîn. Piştî niqaşê zilamên li gel Wekil û namzetê AKP'ê Yildiz, bi çekên lûledirêj û debançeyan gule berdan Adil, Celal û Ferit Şenyaşar ên birayên hev. 

Nehiştin kes bikeve hundir

Şahidê bûyerê diyar kirin ku li Pirsûsê kolana ku bûyer lê pêk hat wekî "Kolana Yek Milyoncû" tê zanîn. Şahidan, da zanîn ku dema Wekîlê AKP'ê yê Rihayê Îbrahim Halîl Yildiz û heyeta li gel wî dema li nava esnafan li dengan digeriyan ketin dikana xwediyê "Bazara Erzaniyê ya Stenbolê" ya Esvet Şenyaşar û malbata wî. Dema ketin dikanê Celal Şenyaşar li hundirê dikanê û birayê wî Adil Şenyaşar jî li deriyê dikanê bûn. Dema wekîl Yildiz xwest têkeve dikanê, Adil Şenyaşar bang wî kir û got: “Muşteriyên min ên jin hene. Nekevin hundir. Muşterî bêzar dibin" Li ser vê yekê Yildiz got "Ma em bênamûs in ku em nekevin hundir. Li ser vê yekê niqaş derketin. Parazvanê Yildiz ku navê wî nehat zanîn sîleyek li Adîl xist. Dema bûyer mezin bûn, parazvanê Yildiz gule berdan piyê Adil Şenyaşar. Parazvan û xizmên Yildiz bi dar û kêran êrîşa li dijî Adil Şenyaşar berdewam kirin. Di vê navberê de birayê Adil Şenyaşar ê li dikanê Ferit Şenyaşar dema dît ku li birayê wî Adîl dixin, hat cihê bûyerê dît ku birayê wî birîndar bûye. Birayê Wekîl Yildiz Mehmet Şah Yildiz û kesekî din jî li cihê bûyerê birîndar bûbû. Piştî bûyerê birindar rakirin nexweşxaneyê.

Her sêyan jî li nexweşxaneyê înfaz kirin

Dema birîndar rakirin nexweşxaneyê, birayê Yildiz Mehmet Şah Yildiz li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê li nexweşxaneyê li pêş çavê bijîşkan dema Celal Şenyaşar dihat dermankirin bi kêran û şûşê serûnan qirika Celal jê kirin û qetil kirin. Dîsa Adil Şenyaşar ê birîndar jî li hundirê nexweşxaneyê li pêş çavê personelan gule berdan serê wî û kuştin. Dema bavê Adîl û Celal Şenyaşar Evset Şenyaşar jî bi birîndarî anîn nexweşxaneyê, xizmên Wekîlê AKP'ê Yildiz ew lînç kirin û kuştin. Bi tûpê oksijenê li serê wî dan û kuştin.

 Şahidan anî ziman ku Ferit Şenyaşar ê birîndar bû jî rakirin nexweşxaneya dewletê ya Balikligol a Rihayê. Şahidan, anîn ziman ku bi fermana wekîlê AKP'ê Yildiz kamarayên li nexweşxaneyê hatin şikandin. Şahidan anîn ziman ku dema serê Esvet Şenyaşar pelçiqandin xwîna wî li dorê belav bû, lê ser xwînê boyax kirin û jê birin.

 Wezîr Fakibaba li wir bû

Şahidan anîn ziman ku dena zilamên Yildiz êrîşî nexweşxaneyê kirin û birîndar lînç kirin Waliyê Rihayê Abdullah Erin, Qeymeqamê Pirsûsê Tarik Açikgoz û Wezîrê Çandinî û Sewalkariyê Ahmet Eşref Fakıbaba li nexweşxaneyê bûn. Şahidên ku bûyer yek bi yek vegotin û nexwest navê xwe bidin wiha gotin:

Herkes hev nas dike

 Saet li dora 17.00'an bû ez çûbûm xizmekî xwe ziyaret bikim. Di wê saetê de min bihîst ku birîndar anin nexweşxaneyê. Hundirê nexweşxaneyê pir qelebalix bû. Her kes hev nas dike. Bi carekê Wekîlê AKP'ê yê ji gundê Şihisê İbrahim Halil Yildiz û xizmên xwe ketin nexweşxaneyê. Ketin hundirê nexweşxaneyê. Dema xizmên wekîl ketin nexweşxaenyê gelek polîsên hêzên çevîk li ber deriyê nexweşxaneyê bûn. Lê nebûn asteng li pêş zilamên wekîlê AKP'ê. Ez wê demê tirsiyam û neçûm nêzî wan. Li derve deng û qerîn dihat. Bi kurdî digotin "me kuşt, me kuşt. Li hundir dengê çekan dihat. Piştî dengê çekan li çepikan dan. Gule berdan hewa. Piştî gule berdan hewa polîsan ew hişyar kirin û gotin belav bibin. Dema kom belav nebûn vê carê polîsan gule berdan hewayê."

Personelê nexweşxaneyê jî axivî

Roja bûyerê saet di 15.50'an de birîndarekî ku paşnavê wî Yildiz bu anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Wê demê Wekilê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz li nexweşxaneyê bû. Li hundir û dervê nexweşxaneyê polîs hebûn. Saet di 16.00'an dre birîndarekî din anîn. Me ew şand Navenda Rihayê. Piştî ez hatim Pirsûsê ez fêr bûm ku ew birîndar miriye. Celal,  Adil û Esvet ên birîndar sewqî nexweşxaneyek din kirin. Lê girseya ku xizmê Yıldızin destûr nedan ku Şenyaşar sewqî nexweşxaneyek din bikin. Dest danîn ser mifteya Ambulansê Tekerên Ambulansê teqandin. Camên wê şikandin. Hevalê me yê ajokar bi kuştinê tehdît kirin. Her çend Wezîr Eşref Fakibaba xwest rawestine bi ser neket. Esvet Şenyaşar bi meş hatibû nexweşxaneyê. Lê xizmên Yildiz  li beşa leznîn bi tupê oksijenê li serê wî dan û ew lînç kirin. Ji ber serê Esvet Şenyaşar pelçiqî xwîn li dîwarê beşa ser belav bû. Şev nîvê şevê cihê ku şwîn lê ket şuxtin û pişt re ser wê boyax kirin. Saet di 02.00'e şevê de dozger hat cihê bûyerê beşa lezgîn.

3 rojan li ser hev hatine

Em cîranên hev in. 3 rojan li ser hev hatin. Lê me got dengê em bidin we tune ye. Di 13'ê Hezîranê de dîsa hatin. Me got wekî esnaf dengê em bidin we tune ye. Rojek şûnde pir qelebalix hatin. Amadekarî kiribûn. Bi 30 zilamî hatin. Xwestin em toka û aksesuarên kesk, sor û zer kom bikin. Di vê navberê de niqaş derket. Zilamên AKP'ê sîle li hevamê me dan. Piştre niqaş û bûyer mezin bûn. Li cem esnafan çek tune bû. Lê li cem AKP'îyan çek hebûn. Celal û Adil xwe bi daran parastin. Polîsên sivîl bûyer temaşe dikirin."  Kamerayên li cihê bûyerê 360 derece dikarin dîmenan bikişînin û qeyd bikin. Kamerayên cîranan jî qeyd kirine." RIHA

 

Albuma Nûçeyê