CÎHAN

Dê zextên li ser Qeterê bidomînin

Dem : 08 Pûşper 2018 În

Wezîrê Karên Derve yê Emareta Erebî diyar kir ku dê çar welatên ereb ên ku Qeterê boykot dikin, zextên xwe bidomînin. Li gorî rojnameya The Natîonal a ku nêzî rêveberiya Abû Dabiyê ye, Wezîrê Karê Derve Enver Gargaş diyar kir ku krîza bi Qeterê re didome.

Di 5’ê çileya 2017’an de Erebistana Siûdî, Emareta Erebî û Miirê ji ber sedema ku Qeter ‘terorîzmê fînanse dike û xwe nêzî Îranê dike’ têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Qeterê re qut kiribûn. Gargaş diyar kir ku Qeter bi awayekî sîstematîk li dijî Erebistana Siûdî sponsoriya mûxalefetê dike û ji bo serhildanan platforman ava dike. Gargaş wiha axivî: “Ev kar wisa nameşe. Divê ew jî di bin banê Konseya Hevkariya Kendavê bin.”

Li gorî rayedar Gargaş heke Qeter polîtîkaya xwe ji ber çavan derbas bike, ew ê têkiliyên wan wekî berê normalîze bibe.

Sînorê bejahî yê Qeterê tenê bi Erebistana Siûdî heye. Ev sînor jî ji ber krîzê hate girtin. ABÛ DABÎ

Albuma Nûçeyê