JIN

Dê têkoşîn li her derê bidome

Dem : 11 Pûşper 2018 Duşem

Namzeda HDP’a Aydinê Ayfer Demîrel ku bi salan e li dijî tundiya li ser jinan têdikoşe, armanc dike ku beriya her tiştî li Aydinê bibe dengê jinan.

Demîrel anî ziman ku li ser jinan zilm û tundiyek gelek mezin heye û ji bo bi hevre vê tundiyê bi dawî bikin û li meclisê bibe dengê jinan bûye namzeda HDP’ê. Demîrel diyar kir ku bi salan e di nav HDP’ê de têkoşîna li dijî tundiyê dide û armanc dike ku li meclisê jî têkoşîna xwe mezintir bike û dengê jinan bibe meclisê û wiha got: “Di nav partiyên ku têkoşîna azadiya jinan dide tenê HDP ye. Tenê HDP hurmetê nîşanî keda jinan dide. Divê hemû jin piştgiriyê bidin HDP’ê.”AYDIN

Albuma Nûçeyê