JIN

Dê li Mêrdînê dengek jî neyê dizîn

Dem : 09 Pûşper 2018 Şemî

Bi fermana AKP’ê YSK li bajarên Kurdistanê cihên gelek sindoqan veguhest herêmên polîs û cerdevanan. Yek ji van bajaran jî Mêrdîn e. Jinên Mêrdînê bertek nîşanî veguhestina sindoqan dan û diyar kirin ku destûrê nadin ku tu kes dengê wan bidizin û dê xwedî li îradeya xwe derkevin.

Dîcle Kiliç anî ziman ku ji bo demildest dawî li rejîma faşîst bê dayîn çi ji destê wan bê dê bikin û wiha got: “HDP ji bo ciwanan hêvî ye. Em dixwazin Selahattîn Demîrtaş ji girtîgehê derkeve û ciwan ji bo hilbijartinê xebatan bimeşînin. Dernekeve jî çi bikeve ser milê me, em ê bikin. Em ê wê rojê nobetê bigirin û xwedî li sindoqan derkevin.”

Betul Kiliç da xuyakirin ku divê jinên ciwan xwedî li HDP’ê derkevin û dê îradeya xwe ji destê xwe bernedin.

Şukran Çelebî jî diyar kir ku jinên Mêrdînê ji bo îktîdara faşîst birûxe, bênavber dixebitin. MÊRDÎN

 

Albuma Nûçeyê