JIN

Dê jin rê nedin dagirkeriyê

Dem : 14 Pûşper 2018 Pêncşem

Bertekên li dijî dagirkeriya dewleta tirk her diçe zêde dibin. Jinên Kobanê bertek nîşanî dagirkeriyê dan û diyar kirin ku heta ew li ser vê axê bijîn dê destûrê nedin dagirkeriya tu hêzê. Her wiha jinên Minbicê jî gotin ku dewleta tirk dixwaze herêmê tevlihev bike

Ji dîrokê heta niha dewleta tirk ku dagirkirina Kurdistanê û qetilkirina gelê kurd û gelên cuda ji xwe re kiriye armanc, niha bê ser û ber êrîşî her derê Kurdistanê dike. Dewleta tirk piştî dagirkirina herêma Efrînê ya bi piştgiriya Rûsyayê, niha jî dixwaze bi destûrdayîna PDK’ê axa başûrê Kurdistanê dagir bike. Lê wekî her carê vê gavê jî dewleta tirk rastî berxwedana gelê kurd hat. Gelê kurd bi taybetî jinên kurd niha ji Efrînê heta Başûr li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin û dibêjin ku heta ew li ser van axan bijîn dê di serî de dewleta tirk nehêlin tu dagirker axa wan dagir bike.

Têkildarî mijarê jinên Kobanê diyar kirin ku gelê kurd hêza xwe ji dîrok û çanda xwe ya kevnar distînin û tu kes nikare wan têk bibe.

Beyaz Beşardes anî ziman ku tu kes nikare gelê kurd ji hev biqetîne û wiha got: “Em dev ji zarokên xwe û axa xwe bernadin. Em ê heta dawiyê bi zarokên xwe re li dijî pergala faşîst li ber xwe bidin. Dewleta tirk bi gef û êrîşên xwe nikare gelê kurd ji hev qut bike.”

Aliya Bakî diyar kir ku ew nahêlin dewleta tirk sînorên wan derbas bike û ev tişt anî ziman: “Em baweriya xwe bi şervanên xwe YPJ/YPG’ê tînin. Em baweriya xwe bi hêza xwe tînin. Loma dê gef û êrîşên Erdogan ên li ser Rojava û Bakur vala derkevin. Bila artêşa tirk ji axa Başûr jî derkeve. Li ser her çar parçeyên Kurdistanê em ê xwe biparêzin û rê nedin dagirkeran. Em hêvî û baweriya xwe tu carî winda nakin, em ê her bi ser bikevin.”Her wiha Zelîxa Xelîl jî da zanîn ku ew bejna xwe tu carî li ber gefên Erdogan natewînin û wiha axivî: “Gelê kurd ji gef û êrîşên Erdogan natirse û em ê heta dawiyê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.” KOBANÊ

Albuma Nûçeyê