JIN

Dê jin li dijî edaleta mêr têkoşînê bidomînin!

Dem : 01 Tîrmeh 2018 Yekşem

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan encamên hilbijartina 24’ê hezîranê nirxand û got ku AKP’ê di pêvajoya 16 salan de zîhniyeta xwe baş daniye holê û li Pirsûsê komkujî pêk anî û ev carek din bi awayekî zelal nîşan da. Ayşeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev jî wek mohra reş li eniya Recep Tayyîp Erdogan nivîsî. Gokkan anî ziman ku hewl tê dayîn pergala Erdogan bê avakirin û wiha got: “Ji ber vê her kes dizane ku ev pergal pergala zilmê ye. Êrîşî Efrînê dike, êrîşî Qendîlê dike. Bi Qendîlê her kesî tehdîd dikin. Di hilbijartinê de jî xwest vê bike.”

Gokkan destnîşan kir ku Erdogan di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hemû kurdan bi darvekirinê tehdîd dike. Gokkan deklerasyona ku di dema hilbijartinan de ji civakê re weşandibûn bi bîr xist û wiha axivî: “Di nav vê de Wezareta Jinan û Dîwana Edeletê hebû. Em ji edeleta mêr bawer nakin. Jin dê li dijî tacîz, îstîsmar û şîdetê têbikoşin. Em ê beyanenameya jinan kolan bi kolan belav bikin. Em wek TJA’yê dê kampanyayên xwe berdewam bikin.”ÊLIH

Albuma Nûçeyê