JIN

Dê jin bi tu awayî radestî pergala yekzilamî nebin

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Meclisa Jinan a HDP’ê encamnameya civîna nirxandina hilbijartinê ya ku di 9’ê tîrmehê de pêk anîbû, ji raya giştî re parve kir. Di encamnameyê de plansaziya siyasî û rêxistinî ya ji bo serdema nû cih digire. 

Di encamnameyê de hat bibîrxistin ku hilbijartinên 24’ê hezîranê di nav şert û mercên Rewşa Awarte û newekhev de pêk hatin. Lewma ne rewa ye û hat destnîşankirin ku gelên Tirkiyeyê meclisek bêyî HDP’ê qebûl nekiriye û li dijî hewldanên hiştina li bin bendê, HDP bend derbas kiriye.

Jinan di encamnameyê de îşaret bi desteya wezîran a nû kir û got ku desteya qesrê destyeke şert û patronan e û hat diyarkirin ku dê bi tu awayî jiyana xwe, hesreta xwe ya aştiyê, keda xwe, bajar û xwezaya xwe, maf û azadiya xwe radestî vê pergala yekzilamî nekin.

Di encamnameyê de hate ragihandin ku di dema nû de dê dengê wekîlên jin, meclisên jinan, rêxistinên jinan hin xurttir bikin.

Nûnertiya HDP’ê girîng e

Her wiha Meclisa DBP’ê jî encamnameya civîna ku di 7-8’ê hezîranê de li Amedê pêk anîbû aşkera kir. Meclisê diyar kir ku tevî hemû zext, tundî, lîstik û astengiyan tifaqa gelan bi ser ketiye û destnîşan kir ku hebûna HDP’ê ya li meclisê ji bo nûnertiya jin, ciwan û rengên cuda yên gelên Tirkiyeyê eniyek herî girîng a li hemberî rejîma yekzilamî ye.  ENQERE - AMED

Albuma Nûçeyê