JIN

Dê jin bi rengê xwe qadê bixemilînin

Dem : 23 Pûşper 2018 Şemî

Di çarçoveya xebatên hilbijatinan de HDP mîtînga xwe ya herî dawîn îro li Wanê pêk tîne. Jinên Wanê der barê mîtîngê de axivîn û banga tevlêbûnê kir. Jinan diyar kir ku tevlêbûna mîtîngê tê wateya ‘Em hene’ û got ku divê hemû jin bi reng û dengê xwe qadê bixemilînin

Roja yekşemê li bakurê Kurdistanê Tirkiyeyê hilbijatina dîrokî pêk tê û xebatên HDP’ê jî bê navber didomin. Mîtînga fînalê ya HDP’ê îro li Wanê pêk tê. Jinên Wanê ji bo tevlêbûna mîtînga fînalê bang kirin û diyar kirin ku dê bi sedhezaran kes ji dil û bi coşeke mezin dakevin qadan.

Hevseroka HDP’a Wanê Yadîşen Karabulak ji bo mîtîngê banga tevlêbûnê kir û diyar kir ku bi pêşengiya jinan ew li hemû bajar derî bi derî geriyane û wiha got: “Bajarê me wek dilê Serhedê tê dîtin. Em jî wisa dinirxînin. Mîtînga me dê qedera 24’ê hezîranê diyar bike.”

Ayten Gelîbolu destnîşan kir ku tevlêbûna mîtîngê li dijî neheqî, dijhiqûqî û newekheviyê tê wateya ‘em hene’ û wiha axivî: “Di rojên borî de li heman qadê AKP’ê mîtîng pêk anî û AKP’ê ji navçeyan kes anîn qadê. Li wir tevlêbûnek bi zorê hebû. Divê gelê Wanê bi dildarî tev li mîtînga me bibin. Dê jin bi rengên xwe qadan bixemilînin.”Şebnem Şeker anî ziman ku divê bi taybetî jinên ciwan tev li mîtîngê bibin û got ku ji bo hilbijartinek dîrokî dê mîtîngek dîrokî be.

Behîce Abî jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya tevlêbûna mîtîngê û da zanîn ku ew ne wek AKP’ê lê divê her kes ji dil û can tev li bibe. WAN

Albuma Nûçeyê