NÛÇE

Dê hevdîtinên demokrasiyê pêk bên

Dem : 08 Sermawez 2018 Pêncşem

Siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskar di bin sîwana Koma Banga Demokrasiyê ku dixwazin rêveberiyên herêmî ya demokratîk ava bikin hatin gel hev. Kom dê li dijî “rejîma yek zilamî” li herêma “Hevdîtinên Demokrasiyê” organîze bike

Koma Banga Demokrasiyê têkildarî “Hevdîtinên Demokrasiya Herêmî” ku dê di demek nêz de bê organîzekirin civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li Otela Hîll a Taksîmê pêk hat. Parlamenterên HDP’ê Saruhan Oluç, Alî Kenanoglu, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, Hevberdevkê Partiya Siberoja Çep û Kesk Nacî Sonmez, dîrokzan û nivîskar Erdogan Aydin, Prof. Dr. Ayşe Erzan, Dayikê Aştiyê, Polatforma Komeleyên Rojhilat-Başûrrojhilat (DGP), saziyên elewiyan û gelek kes beşdarî civînê bûn. Li salona civînê pankarta “Bi hev re, ji bo hêvî li herêma bê avakirin” hat daliqandin.

Prof. Gencay Gursoy der barê îmzevanên Koma Banga Demokrasiyê agahî da û wan bi armanca ji bo înîsiyatîfên herêmî ji bo hilbijartina herêmî biryaran bidin hatine gel hev. Gursoy got ku ji hilbijartina giştî vir ve di warê muxalefetê de ji bo li zemînek guncav hevkariyê bikin nîqaş tên kirin û ev yek heta niha bi sedemên cur bi cur pêk nehatiye û lê encax li herêman dem bi dem hevkarî pêk hatiye. Gursoy anî ziman ku ew li dijî vê rewşa xedar a siyasî neçar in înîsiyatîfên gel bixin tevgerê û wek din jî çareya wan nîne.

Gursoy da zanîn ku ew di pêvajoyek ku her kes di bin zextan de ye dest bi xebatek wiha dikin û wiha got:“Em di pêvajoyek wiha hov de vê xebatê dikin. Ji bo vê yekê pêdivî bi hevrebûnekê heye.”

‘Hilbijartina herêmî rawestgeha ewil e’

Pişt re endama Koma Banga Demokrasiyê Çîgdem Kiliç Uçar jî metna hatibû amadekirin xwend. Uçar bi gotinên “Em niha li herêmê hevdîtin dikin û di demokrasiyê de dibin hevpar” dest bi xwendinê kir û wiha got: “Ev banga me ji bo wan kesên ku baweriya xwe bi guhertina rewşa xerab a welat anîne ye. Banga me ji bo kesên edaletê dixwazin, baweriya bi piştevaniyê, dilpakiyê, yên li dijî dejenerebûnê û polîtîkaya riziyayî ne. Ji bo hemû mexdûrên aboriyê ne. Ji bo hemû bindestan e. Rawestgeha meşa me ya azadî û demokrasiyê ya nefesa ewil dê ji hilbijartinên herêmî dest pê bike. Em ê li dijî desthilatdariya qesrê ya li ser rêveberiyên herêmî her rêyê biceribînin.”

‘Niha dem dema demorkasiyê ye’

Uçar da zanîn ku dem dema her kes berê xwe bide herêman û ev tişt ragihand: “Ji bo azadî û demokrasiyê ev gava ewil e. Niha jî dem dema demokrasiyê ye. Em ji bo vîna gel ku neyê binpêkirin, qeyûm neyên tayînkirin, hilbijartinek bêzext û ji bo rêveberiyên herêmî yên demokratîk bên ba hev. Em bi hêz û baweriya xwe ya demokrasî û azadiyê li dijî her cure zextan derkevin. Li dijî rejîma yek zilamî û dikaribin mafê muxalefeta demokratîk bikar bînin pêwîst e têkoşîn bê mezinkirin. Em hemû bi hev re modelên rêveberiyên herêmî bigirin dest.”

Uçar destnîşan kir ku ew bawerin ku dê hemû Komên Banga Demokrasiyê dê li herêman hêza çareseriyê gavên herî baş biavêjin û wiha got: “Em bang dikin ku di her warî de hebin. Em dixwazin hêviya bi hev re bûnê li herêman bê avakirin.” Uçar anî ziman ku ji îro pê ve Komên Banga Demokrasiyê li Stenbol û Îzmîrê hatin avakirin û ew ê ji niha û şûn ve li 24 bajarên din jî xebatan di vî warî de bi rê ve bibin û armanca wan ew e heta 15’ê kanûnê xebatên wan temam bibin.

Dê siberojê ronî bikin

Dîrokzan û nivîskar Erdogan Aydin jî destnîşan kir ku ew berpirsyariya wan a ku dê pêvajoyê berevajî serdema tarî bikin heye û heke ev sekna bihevrebûnê ya ji bo demokrasiyê siberojê ronî bike.

Serokê Polatforma Komeleyên Rojhilat-Başûrrojhilat (DGP) Abdulhakîm Daş jî diyar kir ku tişta wan daniye pêşiya xwe ya herî girîng di warê çareseriya pirsgirêka kurd û pêşvebirina demokrasiyê ye û xebata bi hev re dê serkeftinê bi xwe re bîne.

Rojnameger Aydin Engîn jî got divê ev hewldan ango Banga Demokrasiyê piştî hilbijartina 31’ê adarê jî xebatên xwe bêwestan û bênavber bi rê ve bibe.

Endama Koma Diyalogê Nesrîn Nas jî got xebata bi hev re tişta herî girîng e û divê di 31’ê adarê de ji bo demokrasiyê dem dema bihevrebûnê ye û li nuqteyek desthilatdariyê paş ve bibe rawestin.

Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî anî ziman ku ji bo dîwarê zext û zilmê bê hilweşandin dem dema bihevrebûnê ye û pêdiviya herî mezin jî lihevbûnê ye.

Roja hesab pirsînê ye

Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç jî da zanîn ku demokrasiya herêmî dergûşa demokrasiyê ye û ji ber vê yekê ew wek partî jî girîngiyê didin rêveberiyên herêmî. Oluç got ku di 31’ê adarê de dê hesab ji nelirêtî û neheqiya qeyûman bipirsin.

Civîn bi peyam û ramanên beşdarvanên din bi dawî bû. STENBOL

Albuma Nûçeyê