POLÎTÎKA

Dê gel şaredariyên xwe ji qeyûman re nehêle

Dem : 11 Kewçer 2018 Pêncşem

Siyasetmedarên kurd ên Wêranşar a Rihayê da zanîn ku wan rêveberiyên herêmî tevî gel bi rê ve dibir û di mekanîzmayên biryardayînê de gel bi bandor bû. Siyasetmedaran got ku AKP bi hezaran caran şaredariyan xesb bike jî ew ê bi berxwedana gel bi hezaran caran şaredariyên xwe ji destê wan derxînin

Ji sala 1999’an heta çileya 2017’an, rêveberiya Şaredariya Wêranşarê ya Rihayê ji hêla siyaseta kurd ve hat birêvebirin. Ji çileya 2017’an ve jî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo ku şaredariya xwe bistînin û qeyûmên ji wir derxînin, xwe ji bo hilbijartina herêmî amade dikin. Têkildarî mijarê hevserokên rêxistinên HDP û DBP’ê yên bajar bi MA’yê re axivîn.

Der barê mijarê de hevserokê rêxistina HDP’ê ya Wêranşarê Mehmet Alî Hançer anî ziman ku di sala 1999’an de tevî hemû pirsgirêkan jî wan şaredarî bidestxist û wiha domand: “Şaredarî tenê karê xizmeta mîna av û rê nîne, ya esasî ew e ku gel wê şaredariyê bi rê ve bibe. Gel di rêveberiya herêmî de bûbû hêza biryardayînê û ev yek jî bi saya tevgera siyasî ya kurd pêk hat.”

Dê polîtîkayan vala derxînin

Di berdewamê de Hançer got ku tevî hemû pirsgirêkan jî di rêveberiyên herêmî de gel xwedî gotin bû û wiha pê de çû: “Me di vî warî de xebatek serkeftî kir. Me û gel bi hev re bi rê ve bir. Di çarçoveya daxwaza gel de me dest bi xebatan kir û di 5 salan de bajar gihand qonaxeke baş. Gel di hemû xebatan de cih girt û hemû pirsgirêk hatin çareserkirin. Me li bajêr asta bêkariyê kêm kir û dest bi xebatên aboriyê kir. Erdogan dibêje ku ‘em ê bi qeyûman berdewam bikin’.  Divê em bi awayekî cidî ji bo hilbijartinan bixebitin. Em ê qeyûman ji şaredariyan biqewirînin. Em ê nîşan bidin ku polîtîkaya wan bi kêrî tiştekî nayê. Em ê şaredariyên xwe dîsa bistînin. Em ê her carê vê polîtîkaya vala derxin.”

‘Em ê tevî gelê xwe li ber xwe bidin’

Hevserokê DBP’ê yê Wêranşarê Halîl Orhan jî got ku bi polîtîkayeke mînaka wê nîne re rû bi rû ne. Orhan diyar kir ku wan bi îdiayên mezin şaredarî bi dest xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me soza ku da gel pêk anî. Em ê serdema pêşiya xwe jî bi paradîgmaya gel tevbigerin û rexnedayîna xwe bidin gel. Em deyndarên gelê xwe ne û neçarin ku deynê xwe bidin. Hilbijartin nêz dibin. Rast e gelek zext li ser partiya me hene lê tenê yek kes jî mabe, em ê tevî gelê xwe li ber xwe bidin. Ew hezar carî şaredariyê xesp bikin jî em ê hezar carî ji destê wan derxînin.” RIHA

Albuma Nûçeyê