POLÎTÎKA

Dê gel derseke mezin bide wan

Dem : 30 Avrêl 2018 Çarşem

Nerazîbûna li dijî biryara Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) a ku sindoqên li 19 bajaran veguhestina wan pêk anî û bi sindoqên cihê navendî re kir yek didomin. Li Wanê dê 224 sindoq bê veguhestin. Têkildarî mijarê HDP’a Wanê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.

Hevseroka HDP’a Wanê Yadîşen Karabulak der barê veguhestina sindoqan de nerazîbûn nîşanda û wiha got: “Serlêdana veguhestina sindoqan a waliyê Wanê ji aliyê YSK’ê ve hat qebûlkirin. Dê li navçeyên Ebex, Şax, Erdîş, Westan, Payîzava, Bêgirê, Qelqelî, Seray, Elbak û Miksê yên Wanê 224 sindoq bi hinceta ‘ewlehiyê’ bên veguhestin. Cihên sindoq hatin veguhestin cihê herî dengê HDP’ê lê zêde ne. Van sindoqan veguhestine gundên cerdevanan. Veguhestina sindoqan dek û dolabê desthilatdariyê ye.”

Dê li Dêrsimê jî 56 sindoq cihê wan bê veguhestin. Endamê Komîsyona Hilbijartinê ya HDP’a Dersimê Hidir Odûncû diyar kir ku ew ê wekî Komîsyona Hilbijartinê ya HDP’ê li dijî her hîle û xurdeyê bin û tevdîrên xwe bigirin û wiha got: “Sindoq bên veguhastin jî, em ê hilbijêran ji bo dengbikaranîn bibin ser sindoqan.”

YSK ji îktîdarê re dixebite!

Li Colemergê jî sindoqên hilbijartinê dê li gundên cerdevana bê danîn. Hevserokê DBP’ê yê Colemêrgê Suleyman Kanat destnîşan kir ku AKP ji vîna gelê Colemêrgê ditirse û got ku dê gelê Colemêrgê derseke mezin

bide AKP’ê.

Her wiha serlêdana walîtiya Mûşê ya bi daxwaza yekkirina hin herêmên hilbijartinê jî ji aliyê YSK’ê ve hat qebûlkirin. Li gorî biryarê li Gimgim û Melezgirê gelek sindoqên gund û mezrikan hat yekkirin. AMED

Albuma Nûçeyê