JIN

Dê di hilbijartinê de hesab ji qetlîmageran bê pirsîn

Dem : 07 Pûşper 2018 Pêncşem

Namzeda HDP’ê ya Edeneyê Sever Ûzûn, di sala 1975’an de li Çêlikana Semsûrê hat dinê. Di sala 1993’yan de koçî Edeneyê kir û dayika du zarokan e. Keçeke Ûzûn di şerê li hemberî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da. Ûzûn ewilî di Partiya Kedê ya Gelan (HEP) dest bi siyasetê kir û ji wê demê ve di warê ked û demokrasiyê de têdikoşe. Ûzûn destnîşan kir ku HDP partiya jinan e û got ku ji ber HDP li ser esasên temsîliyeta wekheviyê siyasetê dike, di HDP’ê de bûye namzed.

Ûzûn diyar kir ku HDP hemû rengan di nav xwe de dihewîne û wiha got: “Min xwest di bin banê HDP’ê de li dijî mirin, bêedaletî, bêhiqûqî, binpêkirina mafên mirovan û xespkirina mafên jinan têbikoşim. HDP dikare tevkariya aştiya civakiyî ya Tirkiyeyê bike. Ji ber vê divê bi awayekî girseyî xwedî li HDP’ê bê derketin. Wisa bawer dikim ji pirsgirêka jinan, pirsgirka aboriyê bigire heta pirsgirêkên di warê mafên mirovan de, HDP dikare çareser bike.”

Ûzûn destnîşan kir ku li gorî partiyên din HDP namzedên jin zêdetir nîşan daye û da zanîn ku di danezana xwe de jî nîşan daye ku dê di warê pirsgirêka jinan de gavên şênber biavêje. Ûzûn anî ziman ku dê pirgsirêkên li Tirkiyeyê ji aliyê jinan ve bên çareserkirin û wiha bi dawî kir: “Em naxwazin zarokên me bimirin. Ji bo vê em diçin meclisê. Werin em bibin yek û rê li ber mirinan bigirin. Li pêş me firsendeke mezin heye. Em di 24’ê hezîranê de hesab ji kesên ku mirinê dixwazin bipirsin.” EDENE

Albuma Nûçeyê