JIN

‘Dê dagirker tu carî negihîjin armancên xwe’

Dem : 11 Kewçer 2018 Pêncşem

Jinên Efrînê yên ku li gundê Til Nesrî yê Til Temira Hesekê bi cih bûne anî ziman ku ew xwedî hêzek mezin û îradeyek xurt in û hêviya xwe ya ji bo vegera Efrînê winda nekirine.

Jina bi navê Hêva Sîdo diyar kir bila dewleta tirk baş bizanibe ku ew Efrînê ji wan re nahêlin û wiha got: “Em ê vegerin Efrîna xwe. Tu teknîk û çek têrê nake ku îradeya me ya azad û xurt têk bibe. Em ê hesab ji dagirkeran bipirsin û bejna xwe li ber dagirkeran netewînin.”

Lava Sîdo jî bêdengiya cîhanê şermezar kir û ev tişt anî ziman: “Berî ku dewleta tirk êrîşî Efrînê bike li wir aramî hebû. Lê piştî êrîşên dewleta tirk her cureyên îşkenceyê li gel hatin kirin. Bêdengiya cîhanê jî bû sedema dagirkirina Efrînê. Lê em ê her li dijî neheqiyê têbikoşin. Em ê dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedin û dê dagirker jî negihîjin armanca xwe.”

‘Em ê serî netewînin’

Her wiha jinên Efrînê ku li navçeya Tel Rifetê ya Kantona Şehbayê bi cih bûne û ji bo debara jiyana xwe bikin têkoşîna aboriyê didin jî ev tişt vegot: “Tu hêz nikare îradeya me têk bibe. Me heta niha li dijî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê li ber xwe da û em ê berxwedana xwe bidomînin. Em di heman demê de têkoşîna aboriyê didin da ku pêdiviya me ji tu kesî re nemîne û em li ser lingên xwe bimînin.” ŞEHBA

Albuma Nûçeyê