JIN

Dê bibin deng û rengê Leyla Guven

Dem : 20 Pûşper 2018 Çarşem

Li Colemêrgê xebatên hilbijartinê bi pêşengiya jinan ve tê kirin. Jinên Colemêrgê jî ji bo serkeftina HDP’ê û derxistina namzedên xwe yên li girtîgehê Leyla Guven, bi şev û roj dixebitin. Jinan diyar kirin ku tu hêz nikare vîna jinan tune bike û dan zanîn ku dê di hilbijartina 24’ê hezîranê de bibin deng û rengê Leyla Guven

Bi nêzikbûna hilbijartinê re li her deverên Kurdistan û Tirkiyeyê bi taybetî jin bi şev û roj xebatên hilbijartinê didin meşandin. Namzeda HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji ber ku di girtîgehê de ye xebatên hilbijartinê li herêmê bêyî wê tên meşandin. Der barê hilbijartinê de jinên ciwan ên Colemêrgê ku di xebatan de cih digirin diyar kirin ku her jineke ciwan dengê Leyla Guven e û bang li hemû jinan kirin ku di 24’ê hezîranê de biçin ser sindoqan.

Şehrîban Açar anî ziman ku ew şev û roja xwe dikin yek û diyar kir ku tu hêz nikare vîna jinan tune bike û wiha got: “Em wekî ciwanên Colemêrgê her roj xebatên hilbijartinê didin meşandin. Em ciwan HDP’ê wek hêvî û azadiya xwe dibînin. Ji ber vê yekê jî em di nav xebatên HDP’ê de cih digirin. Ev xebat ji bo me pir girîng û bi wate ne. HDP di heman demê de partiya ciwanan û dengê gelan ê hevkar e. Namzeda Colemêrgê Leyla Guven ji aliyê gel ve wekî vîn hatiye dîtin û ew kirine namzed. Di kesayeta Guven de niha vîna jinên Colemêrgê di girtîgehê de tê girtin. Li hemberî vîna jinan bêtehemulliyek heye. Ji jinên zana ditirsin. Em jin deng û rengê Leyla Guven in.”

‘Em ê bibin dengê Leyla Guven’

Sîpan Turan da zanîn ku HDP ji bo ciwanan rêya çareseriyê ye û divê jinên ciwan di vê pêvajoyê de li cem HDP’ê cih bigirin û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku HDP nêrîna jinên azad e, ger ku li Tirkiyeyê azadî esas hatibûna girtin niha Leyla Gûven a ku ji bo azadiya jinan tedikoşiya dê ne di girtîgehê de bûna. Dibe ku Leyla Guven di girtîgehê de be lê em li vir in û heta dawiyê em ê dengê Leylayê bidin bihîstin.”

Divê jin bi hestiyarî tev bigerin

Fatma Olmez jî diyar kir ku divê her jineke Colemêrgê bi hêstiyarî di nav xebatên hilbijartinê de cih bigire û wiha got: “Leyla Guven vîna me ye lê girtî ye. Divê her jinek bi hêstiyar tevbigere û di sindoqên Colemêrgê de deng û rengên Leylayan derbikeve.” COLEMÊRG

Albuma Nûçeyê