JIN

Dê bibe dengê hemû karkeran

Dem : 26 Avrêl 2018 Şemî

Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yek ji yekê rengîntir e. Yek ji van namzetan jî Halîme Akdag a namzeta HDP’ê ya li Herêma Yekemîn a Îzmîrê ye. Ew karkera çandiniyê ango cotkariyê dike û dayika 4 zarokan e. Akdag ku 40 sal berê ji ber pirsgirêka aboriyê ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê koçî Manîsayê û ji wir jî koçî Îzmîrê dike, bi malbata xwe re ev 40 sal in karê demsalî dikin.

Akdag ku ji sala 1996’an heta niha di nav xebatên partiyên kurd û tevgera jinan de cih digire, diyar kir ku ew hêj cotkariyê dike û wiha got: “Heta îro tu kesî berdêla keda xwe bi dest nexistiye. Cotkar nikarin zirara xwe jî bidin. Ez hem xebatên xwe yên siyasî birêve dibim û hem jî karkeriyê dikim. Armanca min ew e ku ez daxwazên esnaf, ciwan, jin û karkeran veguhezînim meclisê. Em ê ji niha şûn ve hîn bêtir xwedî li keda xwe derkevin. Ez bawer im ku em ê bi ser bikevin û 24’ê hezîranê bikin roja serkeftinê.” ÎZMÎR

Albuma Nûçeyê