JIN

Dê bi tecrubeya salan biçe meclisê

Dem : 28 Avrêl 2018 Duşem

Di hilbijartinên 24’ê hezîranê de hedefa HDP’ê ew e ku bi serkeftineke mezin dengê hemû rengên cuda li meclisê de temsîl bike. Namzetan jî li gorî vê hişmendiyê li bajarên ku lê hatine nîşandan xebatên xwe dimeşînin û bi gel re tên gel hev.

Di çarçoveya van xebatan de herî zêde jin dixebitin, ji ber ku beşa herî zêde ji aliyê serdestan ve tê çewisandin jin in.

Yek ji van namzetên jin ku ji aliyê HDP’ê ve li Rihayê hatiye nîşandan Ayşe Surucu ye. Surucu ku ji temenê xwe yê ciwantiyê ve di nav têkoşîna azadiyê de cih girtiye, niha jî armanca wê ew e ku bi tecrubeya xwe ya 18 salan têkoşîna jinan li meclisê temsîl bike. Surucu anî ziman ku ew li hember zextên malbatên ku digotin ‘keç naçin partiyê’ serî netewandiye û her tim di nav xebatan de cih girtiye.

Surucu anî ziman ku HDP beriya her tiştî partiya jinan e û polîtîkayeke wekheviyê dimeşîne û wiha got: “Li Rihayê îradeya jinan tê çewisandin. Em dixwazin bi HDP’ê re ji nû ve îradeya jinan derxin holê.”

Surucu ku bi salan di girtîgehê de maye, di axaftina xwe de bal kişand ser zimanê dayikê û ev tişt vegotin: “Hevalên girtîgehê digotin kurdiya te zêde ne baş e. Min rojnameya Azadiya Welat xwend. Fêdeya rojnameyê ji bom in pir çêbû. Her wiha min li Kurdî-Derê xebat meşandin û sê salan jî li Qoserê li ser girîngiya ziman xebat meşandin.”

Her wiha Surucu di dawiya axaftina xwe de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û da zanîn ku li Tirkiyeyê heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin demokrasî ne pêkan e û diyar kir ku aramiya welat bi şikandina tecrîda li ser Ocalan pêkan e. RIHA

Albuma Nûçeyê