JIN

Dê bi keda salan jinan temsîl bike

Dem : 03 Pûşper 2018 Yekşem

Yek ji namzetên HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz e û ji sala 1998’an heta niha di nav xebatên jinan de cih digire. Aydenîz ku tevî dayika du zarokan e jî ji têkoşînê şûn ve gav navêtiye, niha dixwaze bi hemû tecrubeya xwe di meclisê de jinan temsîl bike.

Aydenîz bal kişand ser hilbijartinê û destnîşan kir ku li dijî zîhniyeta yekparêz û mîlîtarîst dê namzetên jin li meclisê bibin reng û dengê jinan û wiha got: “Em ê bi jinên partiyên din re jî bên cem hev û lijne an jî komîsyonek ku pisgirêkên jinan çareser dikin, ava bikin û têkoşîna vê di 24’ê hezîranê de bi hev re bidin. Têkoşîna me dê bi jinan re bigihêje asta herî jor. Em ê di 24’ê hezîranê de bi dirûşma ‘Dengek ji Demîrtaş re dengek ji HDP’ê re’ biçin ser sindoqan.” AMED

Albuma Nûçeyê