JIN

Dê AKP bi hevgirtin û dengê jinan têk biçe

Dem : 27 Avrêl 2018 Yekşem

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu ku ji Enqereyê namzet hatiye nîşandan, têkildarî hilbijartina 24’ê hezîranê de axivî û diyar kir ku dê dorpêça ku ji aliyê tifaqa faşîst ve li hember HDP’ê hatiye çêkirin, ji holê bê rakirin.

Wekî ku tê zanîn di hemû mekanîzmayên HDP’ê de jin û ciwan jî cihê xwe digirin. Kerestecîoglu bal kişand ser vê mekanîzmaya biryarê û wiha axivî: “HDP partiyek jinan e û hejmara jinên li parlamenteriyê jî vê nîşan dide. Em jin bi salan e ji bo vê dorpêçkirinê perçe bikin têdikoşin. Dengê me çiqas bê birîn jî em di 8’ê Adarê, 25’ê Mijdarê de li kolanan bûn û em bêdeng neman. Em ê ji vir şûnde jî wisa bin. Bi taybetî dê di 24’ê hezîranê de AKP bi dengê jinan têk biçe.” MANÎSA

Albuma Nûçeyê