NÛÇE

Dayikên Şemiyê tevî astengiyan jî çalakiya xwe li dar xist

Dem : 13 Kewçer 2018 Şemî

Dayikên Şemiyê û Xizmên windayan di hefteya 707’emîn de jî ji bo pirsîna aqûbeta zarokên xwe û darizandina kujeran li Stenbolê çalakî li dar xist. Dayikên ku dixwestin bimeşin Qada Galatasarayê, ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Tevî vê jî dayikan çalakiya xwe pêk anî vê hefteyê jî aqûbeta Abdulkerîm (Şemsettîn) Yurtseven hat pirsîn

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windakiriyan tevî qedexekirina çalakiyê jî, ji bo pirsîna aqûbeta windakiriyên xwe û darizandina kujerên wan, di hefteya 707’emîn de bi wêneyên windakiriyan xwestin bimeşin Qada Galatasarayê. Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê destpêkê bi tîşortên ku wêneyên windayan li ser bûn, li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê kom bûn.

Di çalakiyê de endam û rêveberên DÎSK, KESK, TMMOB, TTB, parlamenter û rêveberên HDP û CHP'ê û gelek parazvanên mafên mirovan jî amade bûn. Di çalakiyê de wêneyê rojnamegerê Siûdî Jamal Khashoggi (Cemal Kaşikçi) jî hat rakirin. Avahiya ÎHD’ê jî ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin. Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê wêneyên xizmên xwe rakirin û xwestin ku ber bi Qada Galatasarayê ve bimeşin. Lê polîsan dayik û Xizmê Windayan asteng kir. Ji ber vê yekê jî di navbera çalakvan û polîsan de nîqaş derket. Çalakvanan got ku bi zext û dorpêçê pirsgirêk çareser nabe û pirsa ‘ev çi mirovahî ye?’ ji polîsan kir.  Çalakvan ji polîsan re got ku ew li xizmên xwe yên winda digerin û dibe ku yên winda, dayik bav û xwişka wan jî bûna.

‘Tu eleqeya îktîdarê bi hiqûqê re nîne’

Di vê hefteyê de jî Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan aqûbeta Abdulkerîm (Şemsettin) Yurtseven pirsî. Daxuyanî ji hêla keça Fehmî Tosun ê ku di 19'ê cotmeha 1995'an de hatibû windakirin, Besna Tosun xwend. Beriya vegotina serpêhatiya Yurtseven, Tosun bal kişand ser zextên hikûmeta AKP’ê û wiha got: “Tu eleqeya îktîdarê bi heq û hiqûqê re nîne. Ev 8 hefte ye daxwazên me bi zextên polîsan tên astengkirin.”

Gundî îşkencekirin û revandin

Di berdewamiya daxuyaniyê de jî Tosun serpêhatiya Abdulkerîm Yurtseven wiha vegot: “Di 27'ê cotmeha 1995'an de leşkerên ji Tabûra Komando ya Geverê ku di bin fermana Serdar Mehmet Emîn Yurdakul de tevdigeriyan, bi ser gundê Agaçli yê Geverê de girtin. Leşkeran di serdegirtina gund de zextên mezin li gundiyan kirin. Îşkence li welatiyan hat kirin. Leşker dema ji gund vegeriyan, gundiyê 73 salî Abdulkerîm ( Şemsettîn) Yurtseven, ciwanê 18 salî Mîkdat Ozeken û zarokê 13 salî Munur Saritaş ên ku êzing kom dikirin binçav kirin û bi xwe re birin Tabûra Cendirmeyan a Geverê.”

Tevî biryara DMME’yê jî kujer nehatin diyarkirin

Tosun da zanîn ku piştre jî agahî ji Yurtseven, Ozeken û Saritaş nehat girtin û wiha dom kir: “Piştî bûyerê, li gel îfadeya şahidan û rapora Susurlukê ya meclisê jî, di 12'ê mijdara 1999'an de bi sedema delîl kêm in, bersûc beraet kirin. Serlêdana malbatê ya îtîrazê jî li dadgeha bilind hat redkirin. Malbatê doz birin DMME'yê. Doza li DMME'yê di 18'ê kanûna 2003'yan de bi encam bû. AKP'ê sûc qebûl kir û tazmînata DMME'yê jî qebûl kir. Bi ser windakirina Abdulkerîm (Şemsettîn) Yurtseven, Mîkdat Ozeken û Munur Saritaş re 23 sal der bas bûn. Em edaletê dixwazin û dixwazin bersûc bên cezakirin. Heta em encamê bistînin em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin.”

Dayik Qada Galatasarayê dixwazin

Di çalakiyê de dayika nûçegihanê Ozgur Gundemê, Ferhat Tepe ku di 28'ê tîrmeha 1993'yan de hat windakirin, Zubeyde Tepe jî axivî û wiha got: “Em Qada Galatasarayê dixwazin. Em li wir derb kirin. Kurê min nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê bû. Gotin PKK'ê revandiye. Lê Tûgaya Tolhildanê ya Tirk kurê min revand û kuşt. Em dipirsin çima heta niha kujer nedîtine? Me edalet xwest.” Keça Ahmet Kaya ku di sala 1996'an de hat windakirin, Emîne Kaya jî diyar kir ku ew aştiyê dixwazin û xwest her kes tev li çalakiya wan bibin û piştgiriyê bidin çalakiya wan. STENBOL - MA

Albuma Nûçeyê