JIN

Dayikên colemêrgî: Her ku êrîş dikin em bihêztir dibin

Dem : 09 Sermawez 2018 În

Dayikên girtiyan ên colemêrgî da zanîn ku ji ber bêderfetiyan nikarin biçin serdanên xizmên xwe û dema ku diçin jî rastî nêzikatiyên dijmirovî tên. Dayikan destnîşan kir ku dewlet dê nekaribe bi polîtîkayên zilmê bi ser bikeve û her ku êrîş dike jî gelê kurd bihêztir dibe

Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan her roj zêde dibin. Di girtîgehan de li dijî girtiyên siyasî gef, zext, qedexe û êrîş bênavber didomin. Yek ji bajarên bakurê Kurdistanê yên herî zêde para xwe ji van binpêkirinên dewletê digirin jî, Colemêrg e. Malbatên ku bi salan e di dema serdegirtinên polîsan de bi heqeretan re  rû bi rû dimînin, gava diçin hevdîtinan jî  rastî heman nêzikatiyê tên. Malbatên girtiyan diyar kir gava ku diçin hevdîtinan, rastî tundî û heqaretên gardiyanan tên.

Der barê mijarê de welatiya bi navê Medîne Keskîn anî ziman ku kurê wê nexweş e û di girtîgehê de ye. Keskîn got ku bi polîtîkaya girtin û qedexekirinê dixwazin kurdan tune bikin û wiha dom kir: “Kurê min di girtîgeha Panosê de ye. Dema ku kurê min li malê bû, mehê carekê diçû nexweşxaneyê. Niha di bin şert û mercên girtîgehê de dijî. Rapora wî ya ku nikare di girtîgehê de bimîne heye lê girtîgeh qebûl nake. Nayê dermankirin. Jixwe ji Girtîgeha Tîpa T ya Wanê sirgûnî Panosê kirin. Em ji ber bêderfetiyan nikarin biçin serdanê. Lê dema ku em diçin jî rastî nêzikatiyên xerab ên gardiyanan tên. Zextên mezin li ser girtiyan hene. Xwarinên girtîgehê nayên xwarin û her tiştê girtiyan tê qedexekirin. Em vê zilmê qebûl nakin. Dê ew jî bi vê zilmê nekarin bi ser bikevin.”

4 zarokên wê girtî ne

Dayika bi navê Şermîn Ertunç jî got ku 4 kurên wê di girtîgehê de ne û  ev tişt anî ziman: “Her yek di girtîgeheke cuda de ye. Dewlet zilmê li malbatan dike. Ji ber ku derfetên min nînin, ev 4 sal in neçûme hevdîtina zarokên xwe.  Ez ê çawa xwe bigihînim wan? Dewlet nikare bi girtin û kuştinê me biqedîne. Ev çi zilm e dewlet li gelê kurd dike? Di dema hevdîtinan de jî em rastî nêzikatiyên dijmirovî yên gardiyanan tên. Ne xwarin û ne jî pirtûkan didin zarokên me. Hefteyê carekê bi ser qawîşên wan de digirin û heqaretê dikin. Hikûmetê,  Tirkiye veguherandiye girtîgeheke vekirî. Pêkanînên niha yên di girtîgehan de, ji yên OHAL’ê xerabtir in. Bi polîtikayên sirgûnkirinê jî hem di hêla aborî û hem jî di hêla derûnî de îşkenceyê li malbatan dikin. Lê dê ev polîtîka bênemcam be. Em hene, em hebûn û em ê hebin.”

Bav û kur di heman qawîşê de ne

Ji xizmên girtiyan Zubeyde Aksaç jî  bi lêv kir ku hikûmet her roj bi avakirina girtîgehan armanc dike ku kurdan hemûyan bixe girtîgehê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Kurdistanê jiyaneke bêyî kurdan nepêkan e. Kurê min û hevjînê min girtî ne. 35 sal ceza li kurê min birîn. Ev biryareke kêfî bû. Temenê kurê min têra vî cezayî nake. Derfeta min a çûna hevdîtinê nîne. Dema ku diçim jî ji cîranên xwe deyn dikim û wisa diçim. Kurê min û hevjînê min di heman qawîşê de ne. Lê gava ku  diçim hevdîtinê, nahêlin ku bi herduyan re hevdîtinê bikim. Polîsan rojane ser mala me de digirt û gef li me dixwar. Rojane girtîgeh tên avakirin. Lê dê hêza wan têr neke ku Kurdistanê bê kurd bihêlin. Bi van pêkutiyan dixwazin çavên malbatan bitirsînin. Bi salan e em rastî vê zilmê tên. Lê çiqas êrîş dikin em ewqas bihêztir dibin.” COLEMÊRG - JINNEWS

Albuma Nûçeyê