NÛÇE

Dayikên Aştiyê piştgirî da Leyla Guven

Dem : 08 Sermawez 2018 Pêncşem

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê, ji bo piştgirîdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, li avahiya meclisê civîna çapemeniyê  pêk anî.

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Havva Kiran, di civînê de axivî û wiha got: "Divê Guven dimildest bê beran. Guven vîna gelê kurd e. Parlamenterê CHP'ê Enîs Berberoglu, ligel ku ceza ji bo wî hat dayîn jî, dîsa ew berdan. Gelo ma ev ne faşîzm e? Çima Leyla Guven hîna jî girtiye û bernadin? Ji ber ku piştgirî dide gelê kurd wê bernadin."

Kiran da zanîn ku ew berî her tiştî çalakiya greva birçîbûnê ya Guven silava  dikin û wiha dawiya li axaftina xwe anî: "Biryara Guven, biryarek birûmet e. Duh ev biryar da û xwedî têkoşîna gelê kurd derket. Jinên  kurd tu carî li hemberî faşîzmê serî netewandine. Ew jî serê xwe qet netewand û bi serbilindî gelê xwe temsîl kir. Em piştgiriyê didin wê û em ê tim li gel wê bin. Dewlet divê dimildest Guven berde. Divê hêdî tabûtên zarokên gelê kurd ji girtîgehan dernekevin." AMED

 

 

 

Albuma Nûçeyê