ÇAND Û HUNER

Dawiya Dewleta Navendîkirî

Dem : 12 Tebax 2018 Yekşem

Nivîskar û wergêrê kurd, Hisên Omar yekemîn pirtûka xwe bi navê “Dawiya Dewleta Navendîkirî” weşand.

Di pirtûkê de, nivîskar diyardeya dewletê, form û şêweyên wê û naveroka wê vedikole. Nêrîn û baweriyên fîlozof û civaknasan, di serdemên cuda de, der barê dewletê de li ber hev digire. Krîz û bertengiyên li pêş ezmûna Dewleta Navendîkirî şîrove dike û pêvajoya nenavendîkirina dewletê, wekî pêvajoyeke dîrokî ku piraniya welatên cihanê wergirtiye, dişopîne. Di pirtûkê de, beşeke taybet bi ezmûna federalîzma Iraq û başûrê Kurdistanê û astengiyên li pêş wê ezmûnê heye.

Pirtûk ji 214 rûpelan pêk tê û sala 2018´an ji weşanxaneya J&J li Amedê derçûye. Nivîskar û wergêr Hisên Omar sala 1967´an, li gundê Rikava yê ser bi bajarê Dêrikê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Wî helbestên Şêrko Bêkes wergerandine erebî û 28 pirtûkên din jî ji fransî wergerandine erebî. AMED

Albuma Nûçeyê