JIN

‘Dawiya dagirkeriyê dê were’

Dem : 11 Tîrmeh 2018 Çarşem

Jinên herêma Efrînê ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne der barê berxwedana gel a qonaxa duyemîn de axivîn û anîn ziman ku dê têkoşîna xwe bidomînin û hêza gelê kurd bi ser bikeve.

Ronhî Reşîd diyar kir ku armanca êrîşa Efrînê ew bû ku destkeftiyên gelê kurd tune bikin û wiha got: “Erdogan rasterast destkeftiyên gelê kurd hedef girtin û xwest gelê kurd tune bike. Lê gelê kurd tu carî tune nabe. Berxwedan didome û em dizanin ku dê dawiya dagirkeriyê were.”Leyla Hemdî destnîşan kir ku niha li Efrînê zilm li gelan tê kirin û ev tişt vegot: “Niha li Efrînê pergalek yekperest heye. Bi taybetî jî zilmê li jinan dikin. Yên ku gotin em ê demokrasiyê li Efrînê belav bikin niha zilmê li gel dikin. Bi baweriya şervanên azadiyê em hêvî dikin ku dê Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe û em ê vegerin Efrînê.” ŞEHBA

Albuma Nûçeyê