EKOLOJÎ

Darên Baobabê yên hezaran salî, hişk dibin

Dem : 13 Pûşper 2018 Çarşem

Paşeroja cîhanê ji ber germahiya global ne diyar e. Darên hezaran salî ku cihekî xwe yê taybet di çanda Afrîkayê de hene, ji ber germa global hişk dibin. Li gorî lêkolîna ku li kovara zanistiyê Nature Plantsê hate weşandin, gelek darên Baobabê yên hezaran salî, van deh salên dawî hişk bûne.

Darên Baobabê ji  hezar û 100 heta 2 hezar û 500 salî ne. Di çanda gelek gelên Afrîkayê de xwedî cihekî girîng e. Lê belê li gorî lêkolînên dawî, ev darên kevnar di nava 10-15 salên dawî de hişk dibin.

Ji pisporên Zanîngeha Babeş-Bolyai ya Romanyayê Adrian Patrut diyar kir, darên Baobabê ji sedsala 19'an û vir ve hişk dibin û got, darên herî mezin ên Baobab jî herî zêde van salên dawî hişk bûne.

Li gorî lêkolînê, 9 ji 12 darên Baobab ên herî kevn, bi giştî ya jî ji hin aliyan ve hişk bûne. Yek ji van jî dareke li Zîmbabwe ye ku emrê xwe 2 hezar û 450 salî ye. Yek jî dareke li Afrîka Başûr e ku dewdeya xwe 10 metre fireh e. Di lêkolînê de hate ragihandin ku bandora germahiya global li ser hişkbûna darên Baobab gelekî zêde ye. AMED

Albuma Nûçeyê