NÛÇE

Daraz li dû fihêlkirina qatilan e

Dem : 25 Avrêl 2018 În

Li bakurê Kurdistanê salên 1990’î salên kûrbûna şerê qirêj û taybet ê li dijî gelê kurd bûn. Hêzên kontra yên dewleta tirk (JÎTEM, TÎT, Hîzbulkontra, Cerdevan) zêdetirî 17 hezar kurdên welatparêz di wan salan de bêserûşûn kirin. Gelek xizm û lêzimên kuştî û windahiyên wan salan hîn jî ji bo aşkerakirina aqûbeta wan li qadan çalakiyên şemiyê didomînin.

 

Li aliyê din hin bûyer jî hene ku bûyer hemû bi zelalî tê zanîn lê dîsa jî daraza tirk li dû fihêlkirina kujer û îşkencekarên kurdan e. Di navbera 8 û 25’ê cotmeha 1993’yan de li Pasûra Amedê leşkaran 11 gundî binçav kirin û ew winda kirin. Di çarçoveya şahidiya gundiyan de Fermandarê Tugaya Qomando ya Çiya ya Bolu Yavuz Erturk ji ber bêserûşûnkirina gundiyan wekî bersûc tê darizandin.

 

Li gel ku ewqas sal di ser bûyerê de berbas bûne jî daraz di warê cezakirina sûcên li dijî kurdan xemsar tev digere. Dozger Şaban Yavuz di danişîna 17’an a li Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Enqereyê pêk hat de beraeta Ertuk xwest. Heyeta dadgehê doz taloqê 19’ê îlona 2018’an kir. ENQERE

 

Albuma Nûçeyê