CÎHAN

Danekirin 6 meh dirêj kirin

Dem : 30 Pûşper 2018 Şemî

28 welatên Yekîtiya Ewropayê ji ber krîza Ûkraynayê biryar da ku danekirinên aborî yên li ser Rûsyayê bi fermî 6 mehên din jî were dirêjkirin.
Konseya Ewropayê ku temsîla welatên endam dike, li ser hesabê twîtterê ragihand, ‘’Lîderên YE’yê biryar dan ku pêkirinên aborî yên li ser Rûsyayê 6 mehên dî jî were dirêjkirin.’’ Di civîna YE’yê de ya li Brûkselê piştî gotûbêjên li ser mijara koçkirinê, têkilî krîza Ukraynayê peymana Mînskê jî hate gotûbêjkirin. Biryara pêkirina aborî ya li ser Rûsyayê di havîna 2014’an hatibû stendin, dema ku krîza Ukraynayê giran bû û Kirim bi Rûsyayê ve hate girêdan. Rêveberiya Kîevê û Rojavayî Rûsyayê tawanbar kir. BRUKSEL 

Albuma Nûçeyê