ÇAND Û HUNER

DAIŞ têk çû, huner ma

Dem : 12 Sermawez 2018 Duşem

Çeteyên DAIŞ’ê dema herêmên berfireh ji Sûriye û Iraqê dagir kiribûn, hemû cureyên hunerî ji wênesazî heta peykersaziyê qedexe kirin. Bi dehan peyker bi hinceta ku pût in, şikandin û li dijî hunermendên ku di vî warî de kar dikirin, şer dan destpêkirin.

Fatme Silêman yek ji hunermendên bajarê Tebqayê ye. Fatme di peykersaziyê de cihê ku bi rêya peykeran hestên xwe rave bike, dît. Fatme ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dema herêm dagir kiribûn, rastî zilm û çewisandinê mîna gelek jinan hatiye, sûcê wê yê duyem li gorî têgihîştina çeteyan çêkirina pûtan e. Ji ber wê û ji bo ku xwe ji wan biparêze, Fatme dest ji hunera xwe berda.

Têkildarî mijarê Fatme wiha got: “Min ji vê afirîneriyê hez kir û bi min re mezin bû.” Fatme di 12 saliya xwe di vî warî de dibe pispor. Ji aliyê navdartirîn mamosteyên vî warî li bajar perwerdeya xwe dîtiye û wiha axivî: “Wê demê tilî û mistên her du destên min ruxmî hişkbûna amûrên hunerê, fêr bûn. Bi rêya eskene (keske) û birekê min hestên xwe di kevir de rave dikirin.”

Dema çeteyên DAIŞ’ê hemû peykerên wê şikandin, Fatme gelek xemgîn bû. Her wiha Fatme dem bi dem rastî tengavên çeteyên DAIŞ’ê dihat. Ji bilî dema beriya ku DAIŞ’ê bajar dagir bikin, çeteyên ku qaşo bi navê Artêşa Azad tên naskirin, Tebqa dagir kirin û wan jî şerê hemû şêwazên hunerê kir.

Niha Fatme li ser peykerekî ji bo bîranîna şervanên HSD’ê yên ku di rizgarkirina bajarê Tebqayê de şehîd bûne, di beşek ji Navenda Çand û Hunerê de ku hatiye restorekirin, dixebite. Hêjayî bibîrxistinê ye ku peykersaz Fatme Silêman tevî hejmareke hunermendên jin dê tev li vejandina Roja Têkoşîna li dDjî Tundiya li ser Jinan di 25’ê Mijdarê de bi pêşangeheke taybet jji bo jinan, bibe. TEBQA

Albuma Nûçeyê