NÛÇE

DAIŞ di bin navê OSO’yê de çalak dibe

Dem : 17 Tîrmeh 2018 Sêşem

Erdogan ALTAN/AMED

Dewleta tirk bi perspektîfên xwe, çeteyên DAIŞ’ê bi rê û rêbazên cuda li herêmê mezin dike. Di bin navê OSO’yê de li herêmê tê aktîfkirin û niha jî ji bo parastina wê ji Idlibê vediguhezîne Efrînê. Hat zanîn ku DAIŞ di bin navên cuda de li nav OSO’yê hatiye bicihkirin

Di demên dawî de liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya li herêmên di bin dagirkeriya komên çete yên OSO’yê de careke din zêde bû. Di encama lêkolîn û şopandinan de derket holê ku ji ber hevalbendiya OSO’yê ya bi DAIŞ’ê re, mimkûne ku DAIŞ li van herêman serwer be. Dewleta tirk jî bi rêya OSO’yê rê dide DAIŞ’ê û bi vê yekê re jî serweriya xwe ferz dike. Hat zanîn ku herî dawî jî Teşkîlata Îstîxbarata Mllî (MÎT) a dewleta tirk ji koma çete ya Cund El Şam’ê ku girêdayî DAIŞ’ê ye perspektîf şandiye. Di perspektîfê de jî tê destnîşankirin ku ber bi Efrînê ve biçin. Vê yekê jî di çarçoveya operasyonên Dera û Idlibê de dike.

Bi îdiaya şerê li dijî rejîma Sûriyeyê, gelek komên çekdar hatin avakirin. Yek ji van jî koma terorîst a El Nusrayê ye ku di sala 2011’an de bi serkêşiya Mihemed El Colanî hate avakirin. Vê koma çete bi lez û bez destwerdana komên din ên çekdar kir û xistin bin sîwana xwe. Wekhevbûna bîrdoziya van koman a bi El Nusrayê re, hişt ku di nav çend mehan de van koman hema hema bi temamî bixe bin bandora xwe. El Nusra di nîsana sala 2013’an de li Efxanistanê bi serkêşiya El Zewahîrî dibe yek. Ev yek bi dengê qeydkirî yê Bexdadî de jî tê piştrastkirin. Bi vê hevkariyê re DAIŞ’ê destwerdana gelek herêmên li Sûriye û Iraqê kir. Ev destwerdan veguherîn pevçûnan û di sala 2013’an de jî DAIŞ’ê gelek herêmên weke Reqqa, Minbic, Bab û Cerablusê dagir kir. Çavkaniyên pêbawer dibêjin ku dema DAIŞ ketiye van herêman, OSO’yê li dijî wê şer nekiriye û herêm radest kirine. Ev yek jî ji ber sedema necudabûna hişmendiya wan bû.

Heman rêbazan pêk tînin

Derketina çeteyên DAIŞ’ê ya li Idlibê tekez dike ku tu cudahî di navbera wan, OSO û El Nusrayê de ku dewleta tirk xwedî dike, nîn e. Ev yek jî zemîna xwevejandina DAIŞ’ê li her deverekê ku ev komên çete lê ne, ava dike. Di dîmen û wêneyên ku DAIŞ parve dike de ev yek baş xuya dibe. Bi heman rêbazên DAIŞ’ê, ev komên çete jî cezayên bidarvekirin û berkirina cilên bi rengê pirteqalî li kesên ‘sûcdar’nîşaneya vê ye. Di balafirgeha Ebû El Dihûr de weke ku çeteyên DAIŞ’ê ji binê erdê derdiketin, hate weşandin. Di wan dîmenan de DAIŞ’î bi cilên xwe derdiketin û dirûşm berz dikirin. Mînakên van pêkanînan niha jî li herêmên weke Bab, Cerablûs û hwd. tên dîtin.

DAIŞ ji nişka ve derdikeve

Weke ku tê îdiakirin, DAIŞ bi şerê çekdarî derbasî herêmên di bin serweriya OSO’yê de nebû. Bê şer û di çarçoveya plana yekkirina wan de pêk hat. Li Idlibê heman senaryo dubare bû. Niha Idlib di bin dagirkeriya El Nusrayê û hîn komên din de ye. Li gorî hin çavkaniyan herêmên di bin serweriya OSO’yê de ji DAIŞ’ê re hatine firotin. Ji ber vê jî DAIŞ’ê li van herêman bi lez û bez serweriya xwe îlan kir. DAIŞ ji nişka ve li van herêman derdikeve. Bi şaneyên xwe yên herêmê jî di demeke pir kin de van herêman dagir dike. Ji bo piştrastkirina vê rastiyê jî gelek deng, wêne û dîmen jî hene. Her wiha pir wêne, dîmen û deng derketin holê ku gelek çeteyên di nav OSO’yê de DAIŞ’î ne. Ev yek li Efrînê derket holê. Serçeteyê koma çete ya nû ku girêdayî dewleta tirk e Ebdidlhemdî Elsanî (Omer hîlal) di qeyda xwe de dibêje ku ew dê tu caran li dijî DAIŞ’ê şer neke. Ev yek jî girêdana wî ya bi bîrdoziya DAIŞ’ê re nîşan dide.

Cîhan Idlibê weke hêlîna terorîzmê dibîne

Koma terorîst a El Nusrayê piştî şerê li dijî koma terorîst ê Ehrar El Şamê, di sala 2017’an de li Idlibê di her alî de serweriya xwe ragihand. Civaka navneteweyî jî Idlibê yek ji mezintirîn hêlîna komên terorîst dibîne. Sînorê serweriya xwe heta Deriyê Sînor ê Bab El Hewa yê li ser sînorê dewleta tirk ferz kir. Lê dewleta tirk weke her tim, bi tu awayî bi vê koma terorîst re neket nav pevçûnekê. Ev yek jî têkiliya qirêj a dewleta tirk û çeteyan nîşan dide. Ji xwe di bin parastina van komên çete de dewleta tirk derbasî Idlibê bû.

Şerê serweriyê dijwar dibe

Çeteyên DAIŞ’ê di 9’ê hezîranê de careke din li Idlibê aktîf bû. Çavkaniyên ji herêmê dibêjin ku bûyerên weke kuştin û serjêkirinê yên di navbera DAIŞ û Heyet Tehrîr El Şamê (El Nusra) de zêde bûne. Ev yek ji bo serweriya li Idlibê ye. Herî dawî jî DAIŞ’ê sê endamên El Nusrayê ku cilên pirteqalî lê kiribûn, serjê kirin. Weke bersiv jî çeteyên El Nusrayê li gundê Keferhind ê Silqînê 6 çeteyên DAIŞ’ê bi îdiaya şaneyên razayî serjê kiribûn. Hat zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê di 6’ê tîrmehê de wesayîteke çeteyên Feyleq El Şamê li gundê Hezra yê herêma Eldenayê teqand. Di 7’ê tîrmehê de jî li ser rêya Ermenaz-Kefertexarîm a Idlibê li dijî çeteyên El Nusrayê êrîş pêk anîn. Di êrîşê de çeteyek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn. Çeteyên DAIŞ’ê ragihand ku di 13’ê tîrmehê de jî li Idlibê gelek çalakî pêk anîne û Darit Izzeyê kuştine.

Dewleta tirk perspektîfan dide DAIŞ’ê

Komên çete yên DAIŞ’ê li herêmê di çarçoveya perspektîfên dewleta tirk de tevdigere. Di 16’ê tîrmehê de jî ji koma çete ya Cund El Şam’ê re perspektîf hatiye şandin. Di perspektîfê de ji van çeteyan hatiye xwestin ku ji Idlibê ber bi Efrînê ve biçin. Her wiha piştî lihevkirina bi Rûsyayê ya li ser Derayê, hîn komên çete yên dijberî vê lihevkirinê derketin şandine Efrînê. Di 16’ê tîrmehê de ji herêma Sicnî ya Derayê 15 otobûs ber bi bakurê Sûriyeyê ve hatine şandin. Karwanê destpêkê ji 350 çeteyan û tevî malbatên wan jî ji hezar kesan pêk dihat. Hat zanîn ku koma çete ya Cund El Şamê di 16’ê tîrmehê de derbasî gundên Celme û Dêr Belût ên Cindirêsê ya Efrînê bûne.

Bi destê çeteyan herêmê birêve dibe

Dewleta tirk ji bo rewakirina dagirkeriya xwe ya li Sûriyeyê piştgirî da gelek komên çete. Niha jî bi saya komên çete yên weke DAIŞ, Cund El Şam û OSO’yê Bab, Cerablûs, Ezaz, Raî û Efrînê birêve dibe. Di gelek belgeyan de hate îspatkirin ku komên çete yên tev li dagirkeriya Efrînê bûn, dirûşm, al û bi sembolên DAIŞ’ê hatine dîtin. Bi vê yekê re jî dewleta tirk koman dixe bin kontrola xwe. Niha zêdetirî 104 komên OSO’yê li herêmên başûrê Sûriyeyê, Efrînê û bi taybet jî li Idlibê belav kirine.

Rûsyayê hişyarî da çeteyan!

Rûsyayê bi hevkariya rejîma Sûriyeyê û li ser lihevkirina bi komên çeteyan re li dijî Deraa, Riya Elsed, Kampe, Sicna, Elmenşiya, Xiriz û Sewamê di 20’ê hezîranê de operasyon pêk anî. Niha jî ber bi Idlibê ve diçin. Yek ji armancên wan jî tunekirina komên çeteyan e di serî de jî El Nusra. Rûsyayê hişyarî da komên çeteyan ku ber bi Idlibê ve neçin. Ev jî nîşan dide ku piştî Deraayê dê êrîşî Idlibê bikin. Dewleta tirk li dijî Deraayê garantiya parastina Idlibê da komên çete. Lê gelemperiya van koman di lîsteyên terorê de ne. Bi vê yekê re jî dê dewleta tirk rê nede ku van çeteyan niha winda bike.

MÎT çeteyên DAIŞ’ê diparêze

Yekemîn armanca dewleta tirk ew bû  ku ji van çeteyan gelekan derbasî Tirkiyeyê bike û yên din jî li Efrînê bi cih bike. Herî dawî jî gelek çeteyên DAIŞ’ê ji zindanên Efrînê derxistin û şandin Tirkiyeyê. Komên çete yên li herêmê rasterast perspektîfên xwe ji dewleta tirk digirin. Veguhestina Cund el Şamê ji Idlibê jî li dijî îxtîmala operasyona li dijî Idlibê, ji bo parastina çeteyên DAIŞ’ê ne. Bi vê yekê re jî MÎT ji bo van çeteyan kete nav liv û tevgerê.

Albuma Nûçeyê