JIN

Çûyîn têr nake, xwedîderketin jî divê

Dem : 03 Pûşper 2018 Yekşem

Yek ji namzedên HDP’ê ya Stenbolê parêzer Zuleyha Gulum ku bi nasnameya xwe ya femînîst, sosyalîst tê nasîn, ji bo ku dengê jinan li meclisê jî bide bihîstin, têdikoşe.

Gulum ku di rêza 5’emîn de hatiye nîşandin, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser projeya ‘hibijêrên bi tevger’ a ku HDP daye destpêkirin û wiha got: “Bila kes nebêje dê çi bi dengê min bê. Her kes ji bo ku biçe bajarê ku wê dengên xwe lê bi kar bînin, bila serî li HDP’ê û navçeyên wê bidin.”

Têkildarî namzediya xwe Gulum diyar kir ku namzediya wê fikra hevalên wê bûye û soz da hevalên xwe û hemû jinan ku dê li meclisê bibe dengê wan.

Her wiha Gulum di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser ewlehiya sindoqan û ev tişt vegot: “Ger em jin bibin yek dê wê demê bi ser bikevin. Tenê bikaranîna dengan têr nake. Ji bo dengê gel neyê dizîn, divê em roja hilbijartinê li ser sindoqan bin. Ez bang li hemû kesî dikim ku biçin ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkevin.” STENBOL

Albuma Nûçeyê