POLÎTÎKA

Colemêrg dê rekorê bişikîne

Dem : 14 Pûşper 2018 Pêncşem

Zeynel BÛLÛT / COLEMÊRG

Welatiyên Colemêrgê ku bajarên wan ji aliyê AKP’ê ve hat hilweşandin û li dijî polîtîkayên dewletê bi hêrs in diyar kirin ku dê di hilbijartinê de 3 wekîlên HDP’ê bişînin meclisê û namzedê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş jî ji girtîghê derxin

Em di çarçoveya şopandina hilbijartinên pêşwext ên 24’ê hezîranê de li Colemêrgê ne. Colemêrg yek ji bajarê herî biçûk ê Kurdistanê ye. 3 navçe û 276 hezar gelheya wî heye. Di vê hilbijartinê de nêzî 150 hezar hilbijêr dê biçin ser sindoqan û dengên xwe bi kar bînin. HDP’ê di hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an de ji Colemêrgê ji sedî 86,4 deng wergirtibû. Niha jî armanc dike ku her sê namzedên xwe jî bişîne meclisê û di vî warî de tu guman tune ye. Bêguman dewlet û hikûmeta AKP’ê jî jî bo HDP’ê di bin bendavê de bihêle hemû planên xwe yên kirêt xistine meriyetê. Yek ji van planan jî veguhestina sindoqan e. Lê gel bi biryar e ku bi her awayî dengê xwe bi kar bîne.

Ji ber zextên dijwar ên dewletê yên li ser gel bêdengiyek mezin dixuyê. Lê dema em bi welatiyan re diaxivin hêrsek mezin li dijî dewletê xwe dide der û dibêjin di sindoqan de dê bersiva herî xurt bidin vê rejîmê.

Piştî Colemêrgê em derbastî Geverê bûn. Li vir jî hêrseke mezin a gel heye. Welatiyên ku em bi wan re diaxivîn bertekên dijwar nîşanî dewlet û hikûmetê didin. Yek ji welatiyê ku li buroya HDP’ê ye em pê re axivîn Apê Abdullah ku li ser pirsa rewşa we çi ye bersiva ‘Ez wekî hesin im. Heta niha me dawî li gelek rejîman aniye, em ê dawî li AKP’ê jî bînin û dê serkeftin ya me be.”Ya rast li bajar û navçeyan ew coşa hilbijartinê me nedît. Ew jî ji ber zextan bû. Lê her kesên ku em bi wan re axivîn digotin ku ew ê her sê wekîlên xwe jî bişînin meclisê û dê Selahattîn Demîrtaş jî ji girtîgehê derxin. Anku digotin dê Colemêrg 4 heban derxin, 3 wekîl yek jî Demîrtaş e. Lê belê li gundên ku em diçûnê rewş cuda bû û namzedên HDP’ê bi coşeke mezin dihatin pêşwazîkirin.

Albuma Nûçeyê