POLÎTÎKA

‘Çiyayê Qendîlê rûmeta me ye’

Dem : 10 Pûşper 2018 Yekşem

Du roj berê bi sedan welatî û ciwanên başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya gerîlayan û li dijî dagikeriya dewleta tirk a li ser axa Kurdistanê ber bi Çiyayê Qendîlê ve meşiyan. Çalakgerên ku tevli meşê bûn der barê çalakiyên xwe de axivîn û diyar kirin ku çiyayê Qendîlê nasnameya wan e.

Dersim Qendîl diyar kir ku armanca wan a sereke ev e ku ew ji dijminê kurdan re bibêjin tu carî dest ji xaka xwe bernadin.

Jiyan Koyê destnîşan kir ku ew li çiyayê serbilind ên Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta tirk çalakiyan dikin û wiha got: “Qendîl sembola berxwedanê ye û bijî berxwedana gerîla.”

Dê dîrok xayînan tu carî efû neke

Derya Omer Karker jî ev tişt anî ziman: “Îro Kurdistanî û pêkhateyên cuda hatine Qendîl ji bo piştgiriya Qendîl û berxwedan gerîlayên serbilind. Em her dem li dijî dagirkeriya dewleta faşîst a tirk disekinin û ji ber ku rejîma faşîst a tirk her ji salên 90’î heya niha dagirkeriya xwe berdewam dike. Leşkerên tirk ên ketin nava gundê Bermîze û welatiyên ew pêşwazî kirin, bila bizanin ku her ew leşker in welatiyên sivîl ên vî gundî şehîd xistin. Her alî û hizba piştgiriya dagirkeran bike, dîrok ew ê wan efû neke. Pêwîst e gelê Başûr piştgiriya gerîla bike.”

‘Heta dawî em ê axa xwe biparêzin

Her wiha Seyran Rewanduzî jî da xuyakirin ku heya dilopek xwînê di canê wan de hebe, dê parastina xak, welat û çiyayên Kurdistanê bikin û wiha axivî: “Çiyayê Qendîl nasname û çanda me ye. Ez ji hemû dijminan re dibêjim ku em ê nehêlin Şengaleke din dubare bibe. Kurdistan dayik û çiya jî rehma dayikê ye.” SILÊMANÎ

Albuma Nûçeyê