NÛÇE

Ciwanên YCR’ê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Bi sedan ciwanên ji rojavayê Kurdistanê bi armanca şermezarkirina dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê, daketin qadan. Di çalakiyê de ciwanan gotin ku ew amade ne ku ji bo temamiya Kurdistanê şer bikin û êrîşên dewleta tirk jî şermezar kirin

Bi armanca şermezarkirina êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê, bi pêşengiya Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) a Tirbespiyê şeva din meşeke bi meşaleyî hate lidarxistin. Di meşê de bi dehan ciwanên YCR’ê û welatî jî amade bûn.

Ciwanên ku li pêşiya navenda Kongraya Star kom bûn, alên YCR’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hil dan. Ciwan heta sûka navendî ya navçeyê meşiyan. Di meşê de dirûşmên ‘Ji dagirkeriya dewleta tirk re na’ û ‘Em amade ne ji bo Kurdistanê şer bikin’berz kirin.

Êrîş şermezar kirin

Meşa ciwanan li nêzî navenda YCR’ê rawestiya û ciwanan daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla endamê YCR’ê ya Tirbespiyê Cangîr Kobanê ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de Kobanê destnîşan kir ku ew weke YCR’ê êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê şermezar dikin.

Bang li qada navneteweyî kirin

Kobanê da zanîn ku ew dagirkeriya dewleta tirk weke êrîşêke ji bo qetilkirina sivîlan û têkbirîna hêviyên gelên herêmên ên azadiyê binav dikin û daxuyanî wiha bi dawî kir: “Em dibînîn ku dewleta tirk a dagirker bi bêdengiya qada navneteweyî re êrîşên xwe yên li dijî her çar parçeyên Kurdistanê zêdetir dike. Ji ber vê jî em bang li qada navneteweyî dikin ku erka xwe bi cih bînin û li hemberî hovîtiya dewleta tirk û binpêkirinên wê rawestin.”

Daxuyaniya ciwanan bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina dagirkeriyê û silavkirina berxwedana Qendîlê bi dawî bû. QAMIŞLO

Albuma Nûçeyê