NÛÇE

Ciwanên efrînî ji bo rizgarkirina axa xwe dixebitin

Dem : 26 Tebax 2018 Yekşem

Ciwanên Efrînê li kantona Şehbayê geşedanên dawî nirxandin. Di civîna endamên YCR’ê de hat destnîşankirin ku divê ciwan ji bo rizgarkirina Efrînê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Ciwanan bang li hemû kesan kir ku li gorî biryarên Konferansa Rizgarkirina Efrînê tevbigerin û rêxistinên xwe xurttir bikin

Bi armanca nirxandina rewşa dawî ya li bakurê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn, di heman demê de ji bo nirxandina biryarên Konferansa Rizgarkirina Efrînê, endamên Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) civînên xwe yên bi welatiyên herêmê re didomînin. Di vê çarçoveyê de jî ciwanan şevê din li navçeya Arfad (Til Rifat) a kantona Şehbayê bi tevlêbûna bi dehan ciwanan, civînek li dar xist.

Di civînê de yek ji rêveberên YCR’ê Harûn Apoyî li ser jiyana gelên şoreşger nirxandin kirin û wiha got: “Ji bo ku gelek bikaribe xak û welatê xwe biparêze, divê xwe li gorî şerê gelê şoreşgerî birêxistin bike. Ciwan jî bingeha şoreş û serhildanan e. Em dixwazin ku hemû ciwanên me li gorî biryarên Konferansa Rizgarkirina Efrînê tevbigerin û rola xwe bilîzin. Hewcedariya me ciwanan xwebirêxistinkirinê heye.”

Banga mezinkirina têkoşînê kir

Di berdewamê de jî Harûn Apoyî destnîşan kir ku rizgarkirina Efrînê erkeke sereke ya ciwanên li herêmê ye û wiha pê de çû: “Em bang li hemû ciwanên herêmê dikin ku têkoşîna xwe mezintir bikin. Di vê demê de berxwedana Efrînê û ya Rêber Apo bûne yek. Bi hêza ciwanan û îradeya gel dê Efrîn bi serkeve.”

Ciwanên ku beşdarî civînê bûn jî tekez kirin ku dê xwe bêhtir birêxistin bikin û li hemberî hemû planên dijminan jî bisekinin. Civîna ciwanên YCR’ê bi dirûşmên serkeftinê bi dawî bû. ŞEHBA

Albuma Nûçeyê