NÛÇE

Ciwanên Başûr rê nadin dagirkeriyê

Dem : 06 Pûşper 2018 Çarşem

Bi armanca şermezarkirina dagirkeriya dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Welatparêz û Rêxistina Jinên Ciwan ên Şoreşger li Silêmaniyê meşek hat lidarxistin. Di meşê de ciwanan êrîş û dagirkeriya dewleta tirk şermezar kir.

Ciwanên ku li Baxê Giştî ya Silêmaniyê civiyan û ber bi kolana Saholekeyê ve meşiyan, di meşê de bênavber dirûşmên li dijî dagirkeriyê berz kirin û li kolana Saholekeyê jî daxuyaniyek dan çapemeniyê. Ji Tevgera Ciwanên Welatparêz Akam Berzencî daxuyanî xwend û diyar kir ku dewleta tirk bi armanca tunekirina gelê kurd, axa Başûr dagir dike.

‘Kes nikare Qendîlê dagir bike’

Berzencî di berdewamê de jî anî ziman ku dewleta tirk û Erdogan êrîşî axa başûrê Kurdistanê dike û wiha dom kir: “Lê bila terorîst Erdogan baş bizane ku dê nekaribe Qendîlê û başûrê Kurdistanê dagir bike. Em bang li gelê başûrê Kurdistanê dikin ku li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk rabin û li ber xwe bidin. Em ê nehêlin ku Bradost, Qendîl, Sîdekan û herêmên din ên azad ji aliyê dewleta tirk ve bên dagirkirin.”

Li gelek navendan meş hatin lidarxistin

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dê di 8’ê hezîranê saet 08.00’an de li Parka Nalî ya Silêmaniyê daxuyaniyekê bidin û piştre jî biçin Qendîlê. Bi dawîbûna daxuyaniyê re jî ciwanan belavok li gel belav kirin. Bi heman boneyê li Çemçemal, Seyîdsadiq, Sengeser û Hewlêrê jî bi meşan dagirkeriya dewleta tirk hate şermezarkirin. Di çalakiyan de li dijî dewleta tirk hêrseke mezin hebû û ciwanan bang li gelê Başûr kir ku rê nedin dagirkeriya dewleta tirk. SILÊMANÎ

Albuma Nûçeyê