NÛÇE

Ciwanên Başûr berê xwe dan Qendîlê

Dem : 08 Pûşper 2018 În

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û hewldana dagirkeriya wê ya li ser axa başûrê Kurdistanê, ciwanên Başûr bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Welatparêz û Tevgera Jinên Ciwan çalakiyên cuda li dar dixin. Ciwanên ku gelek caran li dijî dagirkeriyê banga serhildanê dikir, niha jî ji bo piştgiriya bi gerîlayên PKK’ê re û ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta tirk a li herêma başûrê Kurdistanê berê xwe didin herêma Qendîlê.

Endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Tevgera Jinên Ciwan îro serê sibehê saet di 9'an de li Parka Nalî ya li Silêmaniyê li hev civiyan û daxuyaniyek dan. Di dema daxuyaniyê de ciwanan pankarta bi nivîsa "Dijmin bombeyan jî bibarînin ciwan dê dev ji çiyayên xwe bernedin’ û ‘Serî Hilde û dagirkeriyê ji holê rake’ hatibûn vekirin. Daxuyanî ji hêla endama Tevgera Ciwanên Welatparêz Wilyam Berzencî  ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew bi şîara ‘Li dijî dagirkeriyê serî hilde' dê li Qendîlê bibin mertalên zindî.

Dê bibin mertalên zindî

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ciwanên ji hemû bajarên başûrê Kurdistanê dê li Ranyayê li hev bicivin û ji vir jî berê xwe bidin Qendîlê. Hat diyarkirin ku ciwanên ku gihîştin Qendîlê jî dê li dijî dagirkeriyê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Her wiha piştre jî dê komeke ciwanan li Qendîlê bimîne û dê kon vedin û li dijî dagirkeriyê bibin mertalên zindî. Ciwanan piştî daxuyaniyê berê xwe dan Qendîlê.

Ji serî ve ciwan li ser pêyan in

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji roja destpêkê ya hewldana dagirkeriya dewleta tirk a li dijî başûrê Kurdistanê û heta niha ciwanên başûrî di nava liv û tevgerê de ne. Ciwanên Başûr li dijî dagirkeriyê, banga serhildanê li gelê Başûr dikin û dibêjin ku divê hemû hêzên dewleta tirk ji başûrê Kurdistanê bên derxistin. SILÊMANÎ

Albuma Nûçeyê