NÛÇE

Ciwanan li dijî dagirkeriyê bang kir

Dem : 21 Tîrmeh 2018 Şemî

Bertekên ciwanên kurd ên li dijî hewldana dagirkirina başûrê Kurdistanê ya dewleta tirk her ku diçe mezintir dibin. Koordînasyona Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê û MSD’ê bi daxuyaniyekê hewldana dagirkeriyê şermezar kir. Ciwanan got ku ji bo derbasî Başûr bibin, dê di 24’ê tîrmehê de li ber deriyê Semalkayê kom bibin

Koordînasyona Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê û Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk (MSD) li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê, bi dirûşma ‘serî hilde’ daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ciwanan bang li hemû ciwanên Rojava kir ku di 24’ê tîrmehê de li ber deriyê sînor ê di navbera Rojava û Başûr de kom bibin.

Daxuyanî ji hêla Amed Memo ve hat xwendin û di daxuyaniyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin. Di berdewamê de hat destnîşankirin ku ew îro li Rojava û bakurê Sûriyeyê bi êrîşên dagirkeriya dewleta tirk a faşîst re roj bi roj rûbirû dimînin û wiha dom kir: “Hedef û armanca van hêzên zilmkar û neyar, tunekirina şoreşa neteweya demokratîk û di şexsê wê de şikandina îradeya gelê herêmê û hêviyên wê yên ji bo jiyaneke azad û birûmet e.”

Li dijî gel şerê taybet dimeşînin

Ciwanan di berdewamê de jî diyar kir ku li Efrînê rojane di asta herî jor de li ser gelê Efrînê zilm tê meşandin û wiha hat gotin: “Li ser tevahî herêmên rizgarkirî şerê taybet dimeşînin û plan û projeyên dagirkeriyê  bi pêş dixin. Dewleta tirk ne tenê Rojava, li ser çar parçeyên Kurdistanê siyaset û şerê dagirkeriyê dimeşîne. Di vê çarçoveyê de jî îro li ser başûrê Kurdistanê bi hedefa Qendîlê operasyona dagirkeriyê daye despêkirin.”

‘Li dijî gelê kurd konsepteke giştî heye’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bêdengiya hikûmeta Başûr, dewleta Iraqê û hêzên navdewletî ya li hemberî van êrîşan tên wateya piştgiriyê û ev tişt parve kirin: “Dide diyarkirin ku li dijî xeta gelan a demokratîk, li Rojhilata Navîn di kesayeta tevgera me ya azadiyê de konsepteke giştî tê meşandin. Li dijî vê em serî hildidin. Wekî ciwanên Kurdistanê û ciwanên Sûriyeyê em dagirkeriyê tu carî qebûl nakin û li dijî vê em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Em çalakiya mertalên zindî ya ciwanên Başûr a li Qendîlê jî silav dikin û radigihînin ku em ê jî tev li çalakiyê bibin.”

‘Ger destûr nedin em ê bi mehan li ber deriyê sînor bimînin’

Daxuyaniya ciwanan wiha bi dawî bû: “Em ê dest bidin hev û li dijî dagirkeriyê mil bi mil bisekinin. Mehek berê me hewl da ku derbasî Başûr bibin lê pêşmergeyên PDK’ê destûr nedan. Em ê careke din berê xwe bidin deriyê Semelkayê û bi israr bin ku xwîşk û birayên xwe yên li Başûr bi tenê nehêlin. Li ser vî esasî em bang li hemû ciwanên Rojava dikin ku di  24’ê tîrmehê de bi me re bên ber deriyê Sêmalkayê da ku derbasî Başûr bibin. Ger hêzên PDK’ê careke din nehêlin em derbas bibin, em ê li dijî vê yekê bi israr bin û heta em dikarin derbas bibin em ê li ber deriyê Sêmalkayê bimînin. Pêwîst bike jî em ê bi mehan li wir çalakiya xwe berdewam bikin. Bimire dagirkerî, bijî şerê me yê li dijî dagirkeriyê. Serî hilde, serî hilde ,serî hilde.” QAMIŞLO

Albuma Nûçeyê